Li Şirnexê sê girtiyên jin ên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin 2019-03-16 11:00:58   ŞIRNEX - Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê 3 jinên girtî yên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên jin ên ku bi rêya parêzerên xwe peyam şandin diyar kirin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin.    Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Çalakiyên grevên birçîbûnê yên ji bo piştgiriya çalakiya Leya Guven didomin. Çalakiyên grevên birçîbûnê li hemû girtîgehan belav dibe. Li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê 3 jinên girtî yên din jî dest bi greva birçîbûnê kirin. Girtiyên jin ên ku bi rêya parêzerên xwe peyam şandin diyar kirin ku heta daxwazên wan bên qebûlkirin dê çalakiya greva birçîbûnê bidomînin.    20 girtî li girtîgehê di greva birçîbûnê de ne!   Ji 15'ê Çileyê heta niha Hakan Kutluk, Osman Beytur, Agit Bilik, Salih Kutluk, Hakan Petekaya û Onder Poyraz li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Şirnexê di greva birçîbûnê de ne. Ji 1'ê Adarê heta niha hejmar girtiyên di greva birçîbûnê de derketin 17 kesî. Do 3 jinên din jî ketin greva birçîbûnê.    Her ku diçe tansiyonê girtiyan ne baş dibe!   Hat hînbûn ku girtiyên di greva birçîbûnê de di nava şerdên zor de çalakiya xwe didomînin û her ku diçe tansiyonê girtiyan ne baş dibe. 3 jinên ku do dest bi greva birçîbûnê kirin navên wan wiha ne: Zeynep Mete, Rojda Topçu vû Fatma Çetinkaya.