Yıldız Çetin: Bi projeyên xwe em ê navçeya xwe pêş bixin 2019-03-16 10:59:40   WAN - Namzeta Hevserokatiyê ya Erdişê Yildiz Çetin, anî ziman ku ew ê projeyên derbarê zarok û jinan navçeya Erdîşê bi pêş bixe.    Di 2016'an de qayyim tayînî Şaredariya Erdişê a Wanê hat kirin. Bi vê yekê gelek navendên zarok, jin û ciwanan hatin girtin. Her wiha hinak sazî jî naveroka wê hatin valakirin. Piştî ku qayyim hat tayinkirin, Hevseroka Şaredariya Erdîşê Diba Keskin jî hat girtin.    Di çarçoveya xebatên 31'ê Adarê de Endama Hevserokatiya Şaredariya Erdîşê ya HDP'ê Yildi Çetin got:"Jin bi awayekî ji dil beşdarî xebatên hilbijartinê dibin. Jin derî bi derî, mal bi mal, kuçe bi kuçe digerin û xebatên xwe yên ji bo hilbijartinê dikin. Dê piştî 31'ê Adarê em ê bi ser bikevin û dê Erdîş bibe navenda pêşketinê ya jin, ciwan û zarokan."   'Em ê kooparetîfên jinan ava bikin'   Yildizê da zanîn ku ew ê qadên îstihdamê ji bo jinan ava bikin û wiha got:"Em ê navendên jiyanê yên jinê, qadên ji bo perwerdehiyê û ji bo hilberînê ji jinan re ava bikin. Dê xizmeta tenduristî ya ji bo zimanê dayikê jî pêk were. Dê kreşên bi zimanê dayikê hebin. Dê cihekî ji bo dayika bikaribi zarokên xwe lê bihêlin hebe. Em ê kooparetîfên jinan ava bikin."   'Ji bo jin bi awayekî aram bijîn em ê bixebitin'   Yildizê wiha dewam kir:"Ji bo jin bikaribin hilberînê bikin em ê qadên îstisnafê ava bikin. Ji bo cewhera jinê derkeve holê em ê hewl bidin.  Ji bo jin bi awayekî aram bijîn em ê bixebitin. Dê qertên 'Jin' ên ji bo jinan hebin û jinê ji vê ya fedeyê bibînin. Berê jî jixwe rojên pêncşemê wesayetên nava bajêr bê pere bû."   'Dê qotaya nanê gel zêde bibe'   Yildizê bi lêv kir ku jin di warê nên de tengasiyê dijîn û wiha got:"Em di xebatên hilbijartinê de dibînin ku daxwaza nên a jinan heye.  Loma dê qotaya nanê gel zêde bibe."   'Em ê wargeha jinan vekin'   Yildizê da zanîn ku yek projeyên wan jî vekirina wargeha jinê ye û wiha dawî lê anî:"Ji bo jinên xwendekar xwe ewle hês bikin em ê wargeha jinan vekin. Jinên ku nikarin biçin nexweşxaneyê em ê ji bo wa lênerîna li malê têxin meriyetê, dê lênêrîna yextiyaran û xizmeta zimanê dayikê ya di warê tenduristiyê de bê kirin. Dê piştî 31'ê Adarê biserketina HDP'ê jinê dîsa bibin mafê gotinê."