ROJEVA 16'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-16 09:00:00   *Jinên Efrînê derbarê çalakiya Leyla Guven a bê dem û bê dorveger de gotin:"Çalakiya Leyla Guven çalakiya me hemûyan e. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin berxwedana Leyla Guven." DÎMEN HEYE   *Jinên Efrînê diyar kirin ku wan ji bo vegera Efrînê hêviya xwe winda nekirine û wiha gotin:"Dê Efrîn ji Erdogan re nemîne. Heta ku em hebin em ê ji bo rizgarkirina Efrînê li berxwe bidin."DÎMEN HEYE   * Binevş Agal (Bêrîvan) ya ji bo jinên Kurd bû sembola serhildana li dijî zilmê, tevî ku sal derbas bin jî berxwedana wê ya dîrokî tê axaftin û agirê ku pêxist, Bêrîvan, Asya û Leyla mezin kirin.   * Dadgeha Îstînafê, 15 sal cezayê ku dadgeha herêmî li gumanbarê îstîsmara zayendî F.S birîbû bi hinceta ‘delîl’ tune ye betal kir.  P.S ya bi biryara berata dadgehê carek din mexdûr bû got: “Ez li pey vê bûyerê me. Ez ê heta dawî  mafên xwe yên hiqûqî bi kar bînim.”   *Serpîl Kemalbay a HDP’î ku girtîgehên herêma Egeyê ziyaret kir û bi rêveberiyan re hevdîtin pêk anî, diyar kir ku bi avakirina rayagiştî re dikare rewşa girtiyan zêdetir kontrol bikin û wiha got: “Ji bo çareseriyê divê kesên li derve zêdetir deng derxin û rêxistinê bikin.” DÎMEN HEYE   *Malbatên girtiyên li Girtîgeha Tîpa T ya Wanê û Girtîgeha Panosê diyar kirin ku zarokên wan ên ji Kanûna 2018’an de ketine greva bêdem û dorneveger, pozên wan xwîn dibe û mideyên wan xwîndibe û wiha bang kirin: “Divê kes li dijî vê çalakiyê bêdeng nemîne. Bêdengî wê mirinê bîne. Hemû kesên îro bê deng in ji van mirinan berpirs in.”DÎMEN HEYE   *Hevşaredara Artemîtê Rojbîn Çetîn ku qeyûm tayînî şûna wê bûbû, diyar kir ku  gotinên Tayyîp Erdogan yên weke ‘Em ê dîsa qeyûm tayîn bikin’ ji bo çewisandinê ye û got: “Ev gotin biryara gel naguhere. Gel 31’ê Adarê wek roja hesabpirsînê dibîne.”DÎMEN HEYE   *Di hilbijartinên 31’ê Adarê de ji 12 hezarî zêdetir jinên li stargehan wê dengên xwe bi kar neynin.  Dildara Weqfa Stargehên Mor Çati Hazal Gunel got ji ber kêmasiyên pergalê  jin nikarin dengê xwe bi kar bînin û got: “Ji bo hilbijartinên 24’ê Hezîrana 2018’an, me serî li wezareta karê hundir da. Bersiveke wek ‘xebatên binesaziyê’ hene, dan.  Lê di vê pêvajoyê de tiştek nekirin.”DÎMEN HEYE   *Jinên Wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) derbarê salvegera Komkujiya Helepçeyê de axivîn û gotin:"Di kesayeta şehîdên Helepçeyê de dê Gelê Kurd têkoşîna xwe ya li dijî dagirkeran û faşîstan bidomîne. Li dijî komkujiyan em wekî Gelê Kurd tu carî serî natewînin û em ê li berxwe bidin."