Gurbet Ektiren: Serdan hêzê didin çalakiya min 2019-03-15 17:03:35   MÊRDÎN - Parlamenter, rêveberên HDP’ê û Dayikên Aştiyê, Gurbet Ektîren a 59 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye ziyaret kirin.    Gurbet Ektîren a li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû di 8’ê Adarê de hatibû berdan. Gurbet piştî hat tahliyekirin jî li mala xwe ya li Navçeya Dêrika Mêrdînê di roja 59’emîn de çalakiya xwe didomîne. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş û Omer Ocalan, rêveberên HDP’ê û Dayikên Aştiyê çûn serdana Gurbetê.    Dayikên Aştiyê û HDP’iyan piştevaniya xwe ya ji bo grevên birçîbûnê ji bo gurbetê anîn ziman.    Gurbetê  daxwaza xwe dubare kir û wiha got: "Serdanên wiha moral û hêz didin mirov.