Rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne her ku diçe ne baş dibe 2019-03-15 13:52:18   WAN - Du hefte ye ji Bahtiyar Hasan Kemal ê 90 roj in li Girtîgeha Wanê li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye agahî nayê girtin.    Girtî Bahtiyar Hasan Kemal, Azîz Sokemen, Şahîn Oncu, Cîhan Tamur û Bariş Kahraman ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Wanê yên li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne di roja 90’î de didome.    Bahtiyar Hasan Kemal di sala 1982’an de li bajarokê Ranya ya Herêma Federe ya Kurdistanê hatiye dinê. Piştî ku Kemal dest bi greva birçîbûnê kir wî xistin hucreya yek kesî. Bahtiyar Hasan ji wê rojê ve nikare bi hevalên xwe re hevdîtinê bike û herî dawî 2 hefte berê bi parêzerê xwe re hevdîtin pêk anî. Hat zanîn ku nexweşîna roviyan a Bahtiyar Hasan heye û heta niha 16 kîlo zeîf bûye. Daxwaza bila girtiyek bidin gel Kemal bi hêceta “Li dijî mevzûatê ye” hat redkirin. Ev 2 hefteye parêzer û hevalên girtî yên Bahtiyar Hasan agahî jê nagirin.    Şahîn Oncu yê pirsgirêka dil pê re heye herî dawî ku bi malbata xwe re hevdîtin pêk anîbû diyar kiribû heta daxwaza wan neyê qebûlkirin dê dest ji çalakiya xwe bernede. Hat ragihandin gelek nexweşînên Şahîn hene û moralê wî li cih e.   Hat zanîn ku di bedena Cîhan Tamur de jî birîn vebûne, ji guh û pozê wî xwîn tê. Cîhanê nexweşîna gurcikê jî pê re heye 40 roj in ji îdrara wî xwîn tê. Di devê Tamur de jî birîn çêbûne û greva birçîbûnê bi biryardarî didomîne.    Hat zanîn ku Azîz Sokemen û Bariş Kahraman jî germa laşê wan zêde bûye û ji dev û pozê wan xwîn tê.