RJAK'ê ji Leyla Guven re got: Cesareta we hêz û moralê dide me 2019-03-15 11:15:04   NAVENDA NÛÇEYAN - RJAK'ê peyameke piştgiriyê ji  Leyla Guven re şand û got; "Wêrekiya we hêz û moralê dide me, jinên başûrê Kurdistanê. Tu bûyî dengê dilsoziya azadiyê ya jinan."   Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) ji bo Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP)  ya Colemêrgê Leyla Guven  a ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 128 roj e di grevê de yepeyameke piştgiriyê weşand. Di peyamê de hat ragihandin ku berxwedêr li dijî hêzên şer nîşaneya îrade, bawerî, hezkirin û serketinê ne.   RAJK'ê di destpêka peyama xwe de wiha got:  " Ji warê Leyla Qasiman û Leyla Waliyan silav li diyarê Leyla Guvenan. Di şexsê we de hem berxwedêrên greva birçîbûnê yên li zindanan, li welêt û derveyî welêt li ber xwe didin ji dil silav dikin."   'Lehen kesên ku rûhê serdemê baş dibînin e'   Di peyama RJAK'ê de hate ragihandin ku Leyla Guven bûye rastiya raperîner, ziman û dengê jinên mafên wan hatine xespkin û wiha hate gotin; "Wêrekiya we ya mîna okyanûsan bê dawî, hêz û moralê dide me jinên başûrê Kurdistanê. Leheng ew kes in ku ruhê serdemê baş dibînin û dîrokê dinivîsînin. Tenê ew bûne zimanê hezkirinê, hêviyê û hesreta winda. Ji ber vê yekê, mafê lehengan e ku bibin ziman, deng, qîrîn, çalakî û serketina civakê. Tu îro bûye rastiya raperîner, ziman, dengê jinên nav, nasname, ked û wateya xwe hatiye tinekirin."   'Hêza vîna Leyla tirsê dixe dilê zaliman'   Di dewama peyamê de hate ragihandin ku hêza vîna Leyla Guven tirsê dixe dilê zaliman, kelecanê dide mezlûman û wiha hate gotin, "Tu bûye senteza lehengên li ser vê axê hemûyan û bi vî rengî li dil û mejiyan neqişiya."   RJAK'ê destnîşan kir ku deng û çavên bi coş ên Guven wê wijdanên kor bûne teqez bilivîne û  wiha dawî li peyama xwe anî:  "Em, jinên RJAK'î sekna te ya xwedî îrade ku nîşaneya dilsoziya azadiyê ye, dişopînin. Wêneyê ku te xêz kir, strana te got, dengê me hemûyan e. Tu bûye nav, deng û çalakiya azadiyê ya jinan hemûyan. Tu yê weke jineke evîndar û pîroz di têkoşîn û dilê me de her hebî. Em sozê didin ku bi rengê Leyla bijîn, têbikoşin û bi ser bikevin."