Agirê Newerozê geş bû: Bijî berxwedana zindanan 2019-03-15 11:03:33   AMED - Li Peyasa Amedê agirê Newroza 2019'an cara yekê li Peyasa Amedê bi niftikê hat pêxistin.  Di pîrozbahiya ku bi dirûşm û govendê hat destpêkirin de, girseya tevli pîrozbahiyê bû dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kirin.    Li navçeya Peyas a Amedê li taxa Huzurevlerî ku buroya Partiya Demokratîk a Gelan  (HDP) lê ye, agirê yekem ê newroza 2019'an hat pêxistin. Di pîrozbahiya ku hat kirin de li gel namzedên hevşaredar ên Sur, Yenîşehîr, Baglar, Peyasê,gelek welatî tevlî bûn.  Di pîrozbahiya ku bi govendê hat destpêkirin de bê navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan", "Leyla Guven rûmeta me ye" hat berzkirin.    Di pîrozbahiyê de namzdedê hevşaredariyê yê Peyasa Amedê Necatî Pîrînççîoglu axivî, Necatî bal kişand ser greva birçîbûnê ya li girtîgehan berdewam dike û got: "Li girtîgeha Amedê agirê ku 4'an bi 3 darikên niftikê pêxist îro gihîştiye hezaran."   Piştî agirê ku hat pêxistin dirûşmên "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin, pîrozbahî bi govendê hat berdewamkirin û piştre girse belav bû.