Foza Yûsif: Divê têkoşîn dewam bike û êdî komkujiyên wekî Helepçeyê neyên dubarekirin 2019-03-15 10:49:29   Şêrîn Zêrevan   QAMIŞLO - Derbarê salvegera komkujiya ku di 16’ê Adara sala 1988’an de li Helepçeyê pêk hat, Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif nirxanin kir. Fozayê got:"Divê têkoşîn dewam bike û êdî komkujiyên wekî Helepçeyê neyê dubarekirin."   Di serdema şerê Îran-Iraqê de Seddam Huseyin di sala 1986-1988'an de bi kimyasalê êrîşê Bajarê Helebê yê Başûrê Kurdistanê kir. Di encama êrîşa kimyasalê de  di navberaq 3.200 û 5.000'an de Kurdî jiyana xwe ji dest dan. Têkildarî mijarê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Foza Yûsif nirxanin kir. Fozayê diyar kir ku komkujiyên li dijî Gelê Kurd pêk hatine gelek in, a pêwist ew e ku Gelê Kurd bibin yek, têbikoşin û êdî nehêle ku komkujiyên bi wekî Helepçe, Dêrsîm, Zîlan, Qamişlo, Mehabadê pêk neyê.    'Çeka Gelê Kurd a herî xurt divê yekîtî be'   Fozayê got:"Komkujiya ku li Helepçeyê qewimî di dîroka Kurdistanê de birîneke mezin e û her dem ev komkujî wê di bîra Kurdan de be. Bi hezaran Kurd ji aliyê Diktatorê wekî Sedam Huseyîn ve hatin qetilkirin. Çeka Gelê Kurd a herî xurt divê yekîtî be. Komkujiyên çandî û nasnameyê jî di heman demê de li ser Kurdan tên meşandin loma li dijî vê yekê em ê dîsa çeka xwe ya herî xurt yekîtiya xwe bi kar bînin. Herî dawî bi êrîşa dewleta tirk a li ser Efrînê komkujî li ser Gelê Kurd pêk hat. Komkujiya ku di serdema Sedam de pêk dihat niha didome. Li dijî vê yekê divê Kurd her dem hişyar bin. Divê têkoşîn dewam bike û êdî komkujiyên wekî Helepçeyê neyê dubarekirin. Komkujiyên li dijî Gelê Kurd pêk hatine gelek in, a pêwist ew e ku Gelê Kurd bibin yek, têbikoşin û êdî nehêle ku komkujiyên bi wekî Helepçe, Dêrsîm, Zîlan, Qamişlo, Mehabadê pêk neyê."    'Divê têkoşîn dewam bike û êdî komkujiyên wekî Helepçeyê neyê dubarekirin'   Fozayê di heman demê de bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Leyla Guven îro ji bo aştî, azadî pêk were û ji bo komkujiyên mîna Helepçeyê pêk neyên li berxwe dide. Em berxwedana wê silav dikin û dibêjin ku heta em hebin em ê li berxwe bidin."