Nazê Nayif Qewal hat bîranîn 2019-03-15 09:34:04   ŞENGAL - Endama TAJÊ Nazê Nayif Qewal a ku di 14'ê Adarê de di encama êrîşa Pêşmergeyên Rojê de jiyana xwe ji dest dabû ji aliyê TAJÊ bi daxuyaniyekê hat bîranînin.     Di 14'ê Adara 2017'an de Pêşmergeyên Rojê yên girêdayî KDP'ê êrîşî Xanesorê kibirûn û Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Nazê Nayif Qewal jiyana xwe ji dest dabû. Nazê Nayif Qewal di salvegera şehadeta xwe de ji aliyê TAJÊ ve bi daxuyaniyekê hat bibîranîn.    Daxuyanî wiha ye:   "Me jinên Êzidî piştî fermana 73'an baş fêhm kir ku azadî bi berdelên giranbuha bi dest dikeve. Me gelek xwişk, heval, dayik û zarokên xwe winda kir. Lê me sozek da ku em li hemberî xiyanetkar û revokan ji bo azadiya xwe û civaka xwe li ber xwe bidin. Em ê berxwedana xwe bidomînin.    Rojnamevan Nûjiyan Erhan jî di heman rojê de dema ku li ser erka xwe bû xwest vê rastiyê ji raya giştî re parve bike hat hedefgirtin û birîndar bû, lê di 19'ê Adarê de şehîd ket. Yek ji wan jinên berxwedêr jî hevala me Nazê Nayîf Qewal bû ku di 14'ê Adara 2017'an de ji bo ku êrîşên hevkarên dewletên Tirk û DAIŞ'ê Pêşmergeyên Roj protesto bike, di nava xwepêşandanan de cihê xwe girt. Ji aliyê hêzên Pêşmergeyên Roj ve hat hedefgirtin û şehîd ket. Nazê Nayîf Qewal, yek ji jinên Ezîdî bû ku sozdarê azadiya Êzdîxanê bû.    Nazê ji me re bû sembola yek ji jinên berxwedêr, îro em li ser şopa wan, rêxistina xwe têkoşîna xwe di her alî de mezin dikin. Di 2'emîn şehadeta  hevala xwe Nazê Naîf Qewal de em weke Tevgera Azadiya Jinên Ezîdî di şexsê şehîd Nazê Nayîf Qewal de hemû şehîdên azadiyê bi taybetî jî şehîdên fermana 73'an û şehîdên 3'ê Adarê bi bîr tinin û bejna xwe li hemberî wan ditewînin. Em soz didin em ê li hemberî hemû lîstokên li ser azadiya civaka me têne kirin li berxwe bidin û qebûl nekin. Wê tu carî dijminên civaka Ezdîxanê nikaribe li ser van xakan hespê xwe bide bezandin. Êdî jina Ezîdî xwedî kevneşopiyeke şehîdan heye. Em ê heta dawî li ser vê şopê têkoşîna xwe mezin bikin. Herî dawi em dîsa bi yek dilî yek mejiyê dibêjin bimre xiyanet, bijî berxwedana Şengalê, Şehîd namirin."   Daxuyanî bi dirûşma “Şehîd namirin” hat bidawîkirin.   Piştî daxuyaniyê jinan bi hev re kûlîlk danîn cihê bûyerê.