3'emîn Kongreya PYD'ê bi dawî bû 2019-03-15 09:14:22   KOBANÊ - 3.emîn Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di bin diruşma `Bi vîn û Rêxistinê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne navendî û demokratîk ava bikin` hat li dar xistin, bi birayrên girîng bi dawî bû.    3.emîn Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ku di bin diruşma `Bi vîn û Rêxistinê em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeke ne navendî û demokratîk ava bikin` hat li dar xistin, bi birayrên girîng bi dawî bû. Kongreya PYD`ê ya 3'emîn ku li hola Newroz hatbû li dar xistin bi gelek biryaran hat bi dawî kirin.    Piştî ku perespektîfên Rêberê PKK'êAbdullah Ocalan hat xwendin, rapora siyasî, rêxistinî û jin a 2 salan hat pêşkêşkirin, her wiha di derbarê raporê de gelek nirxandin hatin kirin. Piştre jî ev biryar hatin girtin:   - Rêxstinkirina jinê ya di nava rêveberiyên Partiyê de    - Perwerde kirina jinan di aliyê Fikrî, siyasî û rêxistinî   - Li darxistina panelên siyasî, dadî û nîqaşên di derbarê mafên jinê de    - Ji bo avakirina yekîtiyê di derbarê mafên jinê de xebat dê were meşandin   - Rêxistinkirina endamên jin ên partiyê di lîsteya Netewa Demokratîk de piştî li darxistina civînan.   - Berdewam kirina hemû çalakiyên ji bo şikandina tecrîda giran ya li ser  Abdullah Ocalan.   - Berfirehkirina bingehê partiyê ji aliyê rêxistinî de di Kantonê de û çalakkirina rola Ciwan û jin û zêdekirina hejmara endaman.   - Berferhkirina têkiliyên dîplomasî ên civakî bi hemû pêkhateyan re, her wiha bi partî, rêxistinên demokratîk û kesayetên serbixwe jî re.   - Pêşxistina endaman ji aliyê rêveberinê û rêxstinêkirinê de di riya perwerdeyan û bi giranî ji aliyê îdoelojî û ramanî.   -Piştgirî û destekdayîna hemû hêzên leşkerî.   -Piştgirî û destekdayîna Berxwedana Serdemê ya Efrînê bi hemû rêz û rêbazan heta ku Efrîn ji leşker û çeteyan were rizgar kirin.   Herî dawî endamên Meclîsa Kantona Kobanê ku ji 12 kesan pêk tê û hemû delegeyan bi hev re sonda berdewam kirina kar dan.   Kongre bi dirûşmên "Bê serok jiyan nabe", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana Efrînê" û "Bijî Leyla Guven" bi dawî bû.