Hesekê Sê pakrewanên xwe oxir kirin 2019-03-14 17:20:31   HESEKÊ - Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê cenazeyên sê pakrewanên azadiyê li Goristana Şehîd Dijwar oxir kirin.   Girseya gel cenazeyên her sê pakrewanên bi navê Ruksen Amed bi nasvav Zîlan Qenber şervana Hêzên Parastina Jinê YPJ’ê , Fadî El-Hesen Endamê Erka Xweparastinê û Cegerxwîn Hesekê bi nasnav Şiyar Mihemed Şervanê Hêza Sûriya Demokratîk (QSD) ku li berxwedana Serdemê û şerê tunekirina terorê de li Dêrazorê şehîd bûbûn, Ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan Dijwar ve ketin rê.   Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên YPJ’ ,QSD,û hêzên Erka xweparastin  ve dest pê kir. Paşê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Ezîza Husên, bi navê hêzên QSD’ê Şiyar Hesekê û Tevgera civaka Demokartîk Ferhan Dawûd axivîn û sersaxî ji malbatên sê şehîdan re xwestin û tekez kirin ku şehîdan ji bo azadiyê û aştiyê canê xwe feda kirin û gotin “Em dest ji rêya şehîdan bernadin û her çiqas berdêl giranbiha be em ê riya wan bişopînin û xaka xwe biparêzin.”   Paşê Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Rocda Ehmed her sê nasnameyên şehîdan xwend û radestî malbata wan kir . Girseya gel cenazeyên her 3 şehîdan di nava tilêliyên dayikan de û berzkirina dirûşmeyên silavkirina serketina li dijî DAYIŞ’ê de spartin axê .