Suleyman Soylu Meşa Femînîst a Şevê kir hedefa xwe 2019-03-14 15:48:18   ENQERE - Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu, derbarê îdayên di medya civakî ên li ser Meşa Femînîst a Şevê de hatin weşandin û hat îdakirin "ji azanê re fîkandine" nirxandin kir û komkujiyên li Gurgum û Çorumê bi bîr xistin.    Wezîrê Karên Hundir Suleyman Solu yê ku bi gotinên xwe yên nefretê her roj di rojevê de ye, di kanalek televîzyonê de axivî.  Wezîr Suleyman Soylu di axaftina xwe de bal kişand ser îdiayên medya alîgir a ku îdia dike   di Meşa 8'ê Adarê ya Femînîst a Şevê de "ji azanê re hatiye fîkandin"  û  wiha got: "Ev bûyer min ditirsînin. Gelo hûn dizanin bûyerên li Gurgum çawa pêk hatin? Ez baş dizanim bûyerên li Gurgumê jî û yên li Çorumê jî. Tirsa min ew e ku ev bûyer bên dubarekirin."