Rûken Elma ya ku wesayita zirxî lê da hat tabûrcîkirin 2019-03-14 14:08:22   ŞIRNEX - Zaroka bi bi navê Rûken Elma ya ku wesayita zirxî lê da û platîn kirin kaçika wê, ji nexweşxaneya lê dihat dermankirin hat tabûrcîkirin.    Li ser Kolana Îpekyoluyê ya Şirnexê, di 12'ê Adarê de Rûken Elma ya 9 salî ku wesayita zirxî lê da, ji nexweşxaneyê Dewletê hat taburcîkirin.    Dayika Rûkenê Fehîme Elma, diyar kir ku zaroka wê ya bi emeliyatê latîn kirine qaçika wê rewşa wê ber bi başbûnê ve diçe û wê dermankirina wê ji vir û şûnde li malê bê kirin. Fehîmeyê carekedin diyar kir ku ew ji polîsê bi wesayitê li keça wê da gilîdar e.