ROJîN Û TJK-E: Nîna Ahmedî bi bîr anîn 2019-03-14 11:58:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Koordînasyona ROJÎN û TJK-E, derbarê Nîna Ahmedî ya ku jiyana xwe ji dest da de daxuyanî dan û wiha gotin: "Em xemgîniya windahiya rojnameger Nîna Ahmed a ku ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê, kedeke mezin da dijîn."   Rojnameger Nîna Ahmedî ya ku li Viyanayê dijiya û li gelek qadan xebateke mezin da, duh li nexweşxaneya lê dihat dermankriin jiyana xwe ji dest da. Ji bo Nîna ya ku ji ber nexweşiya penceşêrê ev 3 sal e dihat dermankirn û jiyana xwe ji dest da Yekitiya Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê (ROJÎN) û Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) daxuyaniyeke nivîskî dan.    Koordînasyona ROJÎN wiha  got: "Nîna Ahmedî piştî ku derket Eweropa û şûnde û tevgera azadiyê nas kir di serî de li paytextê Awusturya Viyanayê piştre jî li Çapemeniya Azad a Kurd kedek mezin da. Nîna îro jiyana xwe ji dest da.    Nîna ya ku li her cihê çûyê hem xwe û hem jî derdora xwe pêşve bir û têkoşîneke mezin da, piştî ku nexweş jî ket naber  neda xebatên xwe. Nîna ev têkoşîna xwe 3 salan jî li hemberî penceşêrê da. Nîna demek dirêj li Çapemeniya Azad a Kurd xebitî û bi salan di Roj TV de bernameya Rojbaş  Kurdistan li zaravayê Krudî yê Soranî pêşkêş kir.    Piştre jî Nîna li navenda nûçeyan a Roj TV xebitî û tenê xebateke ku bi serwîsê  bi sînor bimîne jî nemeşandiye.    Nîna di heman demê de bi paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ji bo xwe esas girt şoreşgertiyeke rast jî meşand.    'Mifteya rizgariya  gelên Rojhilata Navîn anî ziman'   Nîna dizanibû ku naveroka têkoşîna azadiya kurd şoreşa jinê ye û her bi vê hişmendiyê tevgeriya. Nîna dizanibû ku azadiya jinê tenê ne ya Gelê Kurd ya hemû gelên Rojhilata Navîn e û bi vê hişmendiyê ji Rojhilatê Kurdistanê qetiya.    Nîna ya ku birayekî wê ji di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye, ji ber tundiya ku dihat kirin hem malbata xwe û hem jî welatê xwe li piştxwe hişt.    Em xemgîniya windahiya rojnameger Nîna Ahmed a ku ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê, kedeke mezin da dijîn. Di serî de malbata wê bila serê Gelê Kurd saxbe."    TJK-E: Em li ber bîranîna wê bejna xwe ditewînin   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK- E) jî wiha got:    "Bi wefata Nîna Ahmedî em gelek xemgîn in. Nîna Ahmedî heta nefesa xwe ya dawî li dijî têkoşîna azadiya jinan û ya gelê xwe, xwe berpisyar dît. Serê malbat, keça wê Jînan û hemû Kurdistaniyan sax be.   Di nameya ji bo Leyla Guven nivîsandî de gotibû ‘Heta Rêber Apo azad bibe li ser pêya bin. Ew jiyana me ye, azadiya me, rûmeta me û têkoşîna me ya heqîqetê ye’. Ev gotin jiyana wê ya bi wate îfade dike. Ev gotinên wê ji bo me wateyek mezin û heqîqetê îfade dike.   Di rojên dawî ya jiyanê de fikrên xwe li dora azadiya Rêbertiyê qufilandibû û baweriya xwe ya ji bo serketina berxwedana grevên birçîbûnê diyar kiribû. Li beramberî bîranîna Nîna Ahmedî carek din em bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”