3 HDP'yîyên di greva birçîbûnê de bûn dîsa hatin binçavkirin 2019-03-14 10:44:24   AMED - Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever ên ku li avahiya HDP'ê di greva birçîbûnê de ne serê sibehê dîsa hatin binçavkirin.    Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever ên ku li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ne serê sibehê dîsa hatin binçavkirin.    Di 8'ê Adarê de Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever hatibûn binçavkirin û dema ku piştî îfadeyê hatin berdan çalakiya greva xwe li avahiya bajêr dewam kiribûn.   Dîsa bi ser avahiya HDP'ê ya Amedê de girtin   Vê serê sibehê cara 3'yan polîsan girtin ser avahiya HDP'ê ya Amedê û Abdulhalik Kurt, Yusuf Ateş û Salih Cansever ên di greva birçîbûnê de ne,  kirin bin çavan. Hat hînbûn ku ew birine Muduriyeta Emniyetê ya Amedê.    Avahiya HDP'ê jî ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Dersim Dag, Tayip Temel û Murat Sarısaç jî çalakiya xwe li avahiya bajêr didomînin.