‘AKP têkoşîna jinê wek tehdîd dibîne’ 2019-03-14 09:12:43   Habîbe Eren   ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku bi muxalefeta ku jin li kolanê didin meşandin, rûyê AKP’ê nîşan dane û got: “Ji ber vê jî 17’emîn Meşa Şevê ya Femînîst hedef hat girtin. Duh li Geziyê gotinên manîpulekirinê yên weke ‘êrîşê xwişkên min yên girtî dikin’ tînin ziman. AKP têkoşîna jinê li hember beka xwe wek tehdîd dibîne.   17’emîn Meşa Femînîst a li Îstîklal a Stenbolê pêk hat rastî êrîşa polîsan hat û jinan êrîşa polîsan protesto kiribûn. Lê protestoya jinan jî bi gotina ‘li dijî azanê fîkandine’ hat manîpulekirin.   Berdevka Meclîsa Jinan Dîrayet Dîlan Taşdemîr der barê mijarê de nirxandin kir. Dîrayetê bi lêv kir ku di çalakiyên 8’ê Adarê de xwedî li berxwedana greva birçîbûnê ya Leyla Guven û hemû girtiyan hatiye derketin û got li Êlih, Wan, Amed, Stenbol, Îzmîr û gelek bajarên din çalakiyên xurt ji aliyê jinan ve pêk hatine.    Dîrayetê bi lêv kir ku jin bi gotin, çalakî û daxwazên xwe daketine qadan, lê wek her tim dîsa rastî astengiyan hatine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Lê dîsa jî jinan berxwedanek mezin nîşan dan. Grevên birçîbûnê ji bo rakirina tecrîdê, li dijî neçareseriya krîza aborî, şer wek bersivekê ye.  Jin di pozîsyoneke ku siyaseta AKP’ê teşîr dikin û muxalefeta rast dimeşînin de ne. Li hember muxalefeta jinan fikar û tirsek mezin heye.   ‘Îfadeya tirsa li hember jinan e’   Dîrayetê destnîşan kir ku li gelek bajaran pêşiya jinan hatiye vekirin û 8’ê Adarê wek betlana fermî hatiye îlankirin, lê li Tirkiyeyê pêkanînên qedexeyê hene û ev jî îfadeya tirsê ya AKP’ê nîşan dide û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber vê jî 17’emîn Meşa Şevê ya Femînîst hedef hat girtin. Duh li Geziyê gotinên manîpulekirinê yên weke ‘êrîşî xwişkên min yên girtî dikin’ tînin ziman. AKP têkoşîna jinê li hember beka xwe wek tehdîd dibîne.”