ROJEVA 14'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-14 09:00:00   *Li Tirkiyeyê bi hezaran kes dê 31’ê Adarê biçin ser sindoqan û şaredariyên xwe hilbijêrin. Namzeta hevşaredariya HDP’ê ya Qaqizmanê Gogerçîn Aras diyar kir ku MHP'ê ji Qaqizmanê re tu xebat nekiriye û got:”Em ê bi gelên ku bi cudakariya MHP'ê re rûbirû man re li hev bikin.” BI DÎMEN   *Gurbet Ektîren a di 15’ê Çile de li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan  dest bi greva birçîbûnê kir, piştî ji girtîgehê  hat berdan, ji 8’ê Adarê ve çalakiya xwe li malê berdewam dike. Gurbet, anî ziman ku çi li malê û çi li girtîgehê  çalakiya wan  berdewam dike û wiha got: “Divê civak bêdeng nemîne. Ger bêdengî berdewam bike wê bibe sedema mirinê.  Ev bêdengî me diêşîne û tenê gel dikare dawî li bêdengiyê bîne.”BI DÎMEN   *Li Girtîgeha Zarokan a Sîncan ya Enqereyê di 2014’an de zarokên rastî îşkenceya gardiyanan hatibû li Dadgeha Destûra Bingehîn doz vekirin û doz piştî 5 salan şûnde bi encam bû. DDB’ê îdiayên zarokan ên îşkenceyê li ber çavan girt û ji bo her zarokê biryar da ku 10 hezar TL tazmînat bê dayîn.   *Namzeta Şaredariya Bajarê Mezin a Kocaeliyê Zuleyha Gulum got wê şaredariyê bigirin û modelek nû ya şaredariyê bibin bajarên rojavayê Tirkiyeyê û bang li hemû gelê Kocaeliyê kir ku jiyanek hevpar bi hev re ava bikin.BI DÎMEN   *Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Dîrayet Dîlan Taşdemîr diyar kir ku bi muxalefeta ku jin li kolanê didin meşandin, rûyê AKP’ê nîşan dane û got: “Ji ber vê jî 17’emîn Meşa Şevê ya Femînîst hedef hat girtin. Duh li Geziyê gotinên manîpulekirinê yên weke ‘êrîşê xwişkên min yên girtî dikin’ tînin ziman. AKP têkoşîna jinê li hember beka xwe wek tehdîd dibîne.   *Di dozên ku kujerên jinan hewl didin bi hincetên cuda daxistina ‘rewşa baş’ bigirin, bi salan şûnde bi encam dibin. Gumanbar bi kravat, şal û çakêt tên rûniştinan. Malbatên zarokên wan hatine qetilkirin jî di korîdorên edliyeyê de têkoşîna edaletê didin.   *Jinên ji ber polîtîkayên şer nikarin fêkî û sebze ji bo mala xwe bigirin, diyar kirin ku destvala vedigerin malê û gotin rastî ev e ku nikarin debara xwe bikin.BI DÎMEN   *Jinên Sêrtê diyar kirin ku qeyûman şaredariya wan xesp kiriye û wiha gotin: “Sêrtê ya me ye, ya jinan ya ciwanan e. Qeyûm wî li vî bajarî di sindoqan de bimînin.” BI DÎMEN   *Li Şengalê piştî ku bihar hat û hêşnahî geş bû gel dest bi komkirina pincar kir. Pincar ji bo gelê Şengalê hem derman û hem jî debar e.