Yekemîn civîna jinan a li Qamişloyê bi dawî bû 2019-03-13 17:19:35   QAMIŞLO - Yekemîn civîna jinên bakur û rojhelatê Sûriyeyê ku bi dirûşmeya"Bi yekîtiya jina azad em ê civakeke azad û demokratîk ava bikin", dest pê kiribû, bi nîqaşan bi dawî bû.   Bi pêşengtiya Kongreya Star ya ku bi hemû  partî û rêxistinên jinan re hevdîtin pêk anî bû bi armanca avakirina sîwanek nû ji bo pêşeroja jin a azad, Yekmîn civîna jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya "Bi yekîtiya jina azad em ê civakeke azad û demokratîk ava bikin" li dar xist. Di civînê ji hemû sazî, dezgeh, partî û rêxistinên jinan yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn. Civîn piştî hilbijartina dîwanê ya ku ji 5 kesan pêk dihat nîqaş hatin kirin her wiha nîqaş di derbarê avakirina sîwaneke nû û pêşeroja jina a li Sûriyê hatin kirin.   Herî dawî  jinan meclisa xwe ya bi navê Meclisa jin a bakur û rojhilatê Sûriyeyê dan avakirin û komîteyek ji 9 kesan derxistin da ku li ser pêşniyar û nîqaşên di civînê de hatine kirin de bê sekinadin û ji bo pêşkêş kirina wan a civîna duyemîn bê kirin.