'Ev gav berhemê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye' 2019-03-13 15:59:24   Stêrvan Bêrîtan   QAMIŞLO - Hevseroka TEV-DEM’ê Zelal Cîger diyar kir ku ji aliyê têkoşîna ji bo tunekirina DAÎŞ’ê, jin xwedî roleke sereke ye û got:"Gavavêtina ji bo lidarxistina civîna jinê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê dê bandorek erênî li ser hemû jinên cîhanê bike. Lidarxistina civîna jinê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê gaveke dîrokî ye."   Hervseroka Tevgera Civaka Demokiratîk (TVDEM) Zelal Cîger di derbarê li darxistina yekemîn civîna jinê ya bakur û rojhelatê Sûriyeyê de nêrînên xwe anî ziman. Zelalê got:"Ji bo wekhevî û têkiliyên germ di nava civakê de bê avakirin civîna jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê girîng e."   'Ev gav berhemê Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye'   Zelalê wiha got:"Lidarxistina civîna jinê ya rojhilatê Sûreyê gavek gelek girîng û dîrokî ye. Bi pêşengtiya Rêxistina Kongreya Star hemû jinên partiyan, rêxistin, sazî û dezgehên jin beşdarî civînê bûn.  Jinê di van 8 salên şoreşa Rojavayê Kurdistanê de gavên pêşketî avêtin. Weke armanca vê civînê ew e ku hemû jinên bakur û rojhelatê Sûriyeyê xwe di bin sîwaneke nû de pêş bixin û kar bikin. Ev gav  berhemê şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Di civînê de ji her pêkhateyan Ereb, Suriyan, Çerkez, Aşûrî, Tirkmen û Kurd hazir bûn, ta ku bikaribin yekîtiya xwe çê bikin. Ev civîn serkeftina tekoşîna jinê ya 8 salan diyar dike."   ' Îro jin xwe di bin navê qanûna xwe de civakê jî veduguherîne'   Her wiha Zelal bal kişand ser têkbirina DAÎŞ’ê û wisa got:" Di tunekirina çeteyên DAÎŞ’ê de roleke sereke ya jinê heye. Ji milê YPJ’ê ve gelek têkoşîn hate meşandin û gelek Şehîd jî hatin dayîn. Her wiha jinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê li her qada ku li wir kar û xebat dimeşand her di nava serhildanan de bû li dijî hovîtiyê. Jinê di gelek qadan de rola xwe leyîst qadên weke sîyasî, diplomasî, leşkerî û civakî. Cara yekemîne zagona jinê di bakur û rojhilatê Sûriyeyê de tê derxistin. Îro jin xwe di bin navê qanûna xwe de civakê jî veduguherîne. Em weke jin armanaca me ne tenê tunekirina DAÎŞ’ê ye di heman demê tunekirin û xelaskirina zihnîyeta desthiladar ya ku bi hezrê salan xwe li ser jinê dide ferz kirin, da ku em bikaribin jin û mirovên azad biafirînin ev yek jî em tenê dikarin di bin sîstema civaka Demokratîk de pêk bînin."   'Lidarxistina civîna jinê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê gaveke dîrokî ye'   Zelalê di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku ew weke TEV-DEM’ê bi tevlî bûna nav civînê gelek bextewar in û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Encamname û biryarên ku ji vê civînê derkeve wê pêşeroja kar û xebatên jinan diyar bike û wê li her cihî jin xwedî roleke sereke be, da ku xwedî li sîwana xwe ya nû derkevin. Gereke jin xwedî li hebûn û destkeftiyên ku şoreşê dane qezenc kirin derkeve. Ev gav avêtina civînê dê bandora xwe li ser tevahî jinên cîhanê bike. Lidarxistina civîna jinê ya bakur û rojhilatê Sûriyeyê gaveke dîrokî ye."