Ji bo zarokan li Kobanê şahiya Newrozê hat lidarxistin 2019-03-13 15:30:18   KOBANÊ - Tevgera TEV-ÇAND ya Kobanê bi wesîleya nêzîknûna Cejna Newerozê ji bo zarokan şahî li Kobanê li dar xist.   Di çarçoveya çalakiyên ji bo cejna Newrozê de, Tevgera Çand û Hûnerê ya Kobanê  ji bo zarokên dibstana Şehîd Gulîstan û zarokên bajarokê Til Xizalê şahî li dar xist. Şahî ya ku bi dirûşmeya ' zarok Kulîlkên Newrozê ne, Em Newroza 2019'an pîroz bikin' hat orkenîzekirin.   Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê koma Yekta ya Şano, Kevana Zêrîn ya Staranan, koma Şehîd Sînan ya govendê, koma Zarokan ya Stranan û koma Şano ya Zarokan çalakiyên xwe pêşkêş kirin. Herî dawî jî mamoste û şagirtan bi stranên koma gulava ya stranên gelêrî govend gerandin.   Her wiha li bajarokê Til Xezalê jî şahî hat li dar xistin. Di şahiyê de li ser navê mamosteyan Narîn Osî axivî û wiha got "Nawroza 2019`an li hemû zarokan pîroz be,  Ji ber ku yên piranî  rastî êrîşan hatin zarok bû, Em ji bo zarokan di nava çalakiyên newrozê de ne."   Paşê koma Şehîd Siyamend, Viyan Peyman û Rêvan ên zarokan  sitran gotin.   Hêjayî gotinê ye ku ev çalakîyên TEV-ÇAND li dibstan û gundewarên Kobanê heta sê rojan dê bidome.