1'emîn Kongreya PYD'ê hat destpêkirin 2019-03-13 12:49:17   GIRKÊLEGÊ - Bi dirûşma "Bi vîn û rêxistinê, em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyek navneteweyî ava bikin"  1'emîn Kongra PYD'ê li Girkêlegê hat destpêkirin.   Li navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişlo li Navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîkran 1'emîn Kongreya Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD)  bi dirûşma  "Bi vîn û rêxistinê, em ê Efrînê rizgar bikin û Sûriyeyek navneteweyî ava bikin" bi tevlibûna 700 delegeyî hat destpêkirin. Herwiha di kongreya hat destpêkirin de ji Qantona Qamişoyê û derdora wê gelek kes û heyetek ji Rêveberiya Xweser jî di kongreyê de cih girtin.     Kongre bi deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê hat destpêkirin û axaftina vekirinê ya kongreyê ji aliyê Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk Eyişa Hiso ve hat kirin û wiha hat gotin:"Tabloya xweş îro di rojhilata navîn de dema em tev îro dibînin ku hemû pêkhate bi karekî hvebeş karê xwe didin meşandin. Jiyaneke hevbeş bi hev re dijîn, di şexsê hemû şehîdan de nimûneya jiyana azad hatiye avakirin.  Em îro dibînin ku pergala terorê û dagirkeriyê bi dawî dibe ji bo civakeke demokratîk û xwe rêvebirinê û ji bo rûmeta gelê xwe em xebatê dikin. Rêber Apo fedekariyeke mezin da meşandin. Rêber Apo têkoşîneke ku  40 salî berdewam kir di rojhita navîn de da meşandin.  PYD karîbû di nava van salên şoreşê de xwe bi rêxistin bike, gel li hev kom bike bi rengekî demokratîk rêxistina xwe avabike û riya demokrasiyê ji bo tevahî gelan  ava bike."    Piştî axaftina vekirina konferansê dîwan ji 5 kesan hat hilbijartin û  perspektîfên  Rêber Abdullah ocelan hatin xwendin.    Di kongreya ku tê lidarxistin de wê wê rewşa siyasî ya herêmê were nirxandin, rapora salekê ya xebatê were xwednin, pêşniyar bên kirin û biryar bên girtin.    Herwiha di kongreyê de herî dwî wê hilbijartin ji bo  Meclisa kantona Qamişlo a PYD'ê  ji bo 12'e kesan bê kirin û 10 kes jî ji bo hevserokatiya bajarê Qamişlo û Dêrikê werin hilbajartin.    Kongire didome.