Rewşa Belgîn Kanat ku 86 roj e di grevê de ye giran dibe 2019-03-13 11:51:06   STENBOL - Belgîn Kanat a 86 rojin li Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan digeva birçîbûnê de ye, daketiye bin 39 kîloyan. Hat diyarkirin ku rayedarên girtîgehê ji Belgînê  re gotine “Dest ji grevê berde, ger tu ser hişê xwe biçî em ê mudaxileyê te bikin.”    Hat diyarkirin ku rewşa Belgîn Kanat a di 17’ê Kanûna 2018’an de, li Girtîgeha Sergirtî a Jinan a Bakirkoyê, li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir, giran bûye. Li gorî agahiyên parêzeran; “Belgînê daketiye bin 39 kîleyan. Midurê girtîgehê çûye qawîşa ku lê dimîne û jê re gotiye ‘Dest ji grevê berde, ger tu ji ser hişê xwe biçî em ê mudaxileyî te bikin.’”     Hat destnîşan kirin ku personelên tenduristiyê yên tenduristiya Belgînê  kontrol kirin jî heman gotin jê re gotine.