Berxwedana Leyla Guven di roja 126'an de ye 2019-03-13 11:11:17   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 126'an de berdewam dike.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 128'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 256ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê çalakiya xwe berdewam dike.     Çalakiya girtiyan berdewam dike   Piştî Leylayê li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 1013'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 87'ê de.  ya girtiyên ku di 16'ê Çileyê de hat destpêkirin  di roja 88'yan de berdewam dike.  Her wiha li aliyê din çalakiya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku di 1'ê Adarê de hat destpêkirin jî  berdewam dike.    'Ev çalakî bûye wesîleya yekitiya Gelê Kurd'   Duh heyetek ji Endamên Lijneya Rêveberiya Akademiya Siyasî ya Herêma Federal a Kurdistan, Dr. Hekîm Ebdulkerîm û Şoreş Xidir, Endamê Platforma Hewramê Hîlal Şewket, Endamê Lijneya Rêveberiya Partiya Kdkar, Baxtiyar Mustafa, duh çûn mala Leylayê û serdana wê kirin. Leyla ya ku ji heyetê re axivî  got; "Şoreş bê bedel nabe. Ev çalakî bûye wesîleya yekitiya neteweyî ya Gelê Kurd. Li heval Nasir baldar bin."   Endamên DHP'ê yên girtî çalakiya xwe berdewam dikin   Parlamentera DHP'ê Dêrsim Dag û endamên DHP'ê Salîh Cansever, Îsmaîl Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezen ku di 3'yê Adarê de li avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya ku dan destpêkirin, di 8'ê Adarê de parlamenterê Wanê yê HDP'ê Tayyîp Temel û Murat Sarisaç û endamên HDP'ê Abdulhalik Kurt û Yusuf Ataş jî tevli bûn. Piştî ku di 8'ê Adarê de bi ser çalakiyê de hat girtin ji endamên HDP'ê 4 jê hatin girtin, 3 serbest hatin berdan. Hat diayarkirin ku ji HDP'yiyên hatine girtin çalakiya xwe berdewam dikin.    Kesên tahliye bûn çalakiya xwe berdewam dikin   Sedat Akin ê ku li girtîgeha Erzîcan a Tîpa T dest bi grevê kiribû piştî ku hat tehliyekirin  çalakiya xwe li malê di roja 57'emîn de berdewam dike. Gurbet Ektiren a ku di 15'ê çileyê de dest bi çalakiya grevê kir û hat tahliyekirin jî ji 8'ê Adarê de çalakiya xwe li mala xwe ya li Dêrika Mêrdînê berdewam dike.