Hejmarên Yenî Yaşamê yên derneketine jî hatin sansurkirin 2019-03-13 10:34:14   STENBOL- Tê îdakirin ku rojnameya Yenî Yaşamê bi giştînameya Wezareta Dadê ku ji girtîgehan re şandiye nadin girtiyan. Parêzerê rojnameyê Ozcan Kiliç diyar kir ku tu tebligat nedane wan û got: “Ev pêkanîna sansûrê ya li dijî rojnameyê ye. Sansûrê li ser hejmarên rojnameyê yên hêj nehatine weşandin disepînin.”    Li dijî girtiyên ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketine greva birçîbûnê binpêkirina mafan her ku diçe zêde dibe û didome. Rojnameya Yenî Yaşamê ku her roj dengê daxwaza girtiyan radigihîne nadin girtiyan.   Di rojên derbasî de jinên girtî yên li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ji rêveberiya girtîgehê Yenî Yaşamê daxwaz kirin. Girtîgehê bi hêcetek sosret a “rojname çalakgerên greva birçîbûnê motîve û dîsîplîne dike” nedan girtiyan. Hêcata nedana rojnameyê ya li gelek girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê tê îdakirin ku Wezareta Dadê giştînameyek ji girtîgehan re şandiye û ferman daye ku rojname nedin girtiyan. Ev giştînameya tê îdakirin nîşanî girtiyan nedan û hat diyarkirin ku tu tebligat jî ji rojnameyê re nehatiye şandin.    Parêzerê rojnameyê Ozcan Kiliç da zanîn ku ev giştînameya bûye mijar ne ji muxatabê wê û ne jî ji wan re wek teblîgat neşandine û got: “Hîç haya me ji naveroka giştînameyê nîne. Ev pêkanîna sansûrê ya li dijî rojnameyê ye.   Sansûrê li ser hejmarên rojnameyê hêj nehatine weşandin jî sanûrê disepînin. Rewşa Awarte (OHAL) mayînde bû. Rayedariya wan nîne ku ji bo dîrokek ne diyar rojnameyê qedexe bikin û sansûrkirinê pêk bînin. Adeta ji me re dibêjin ku nûçe yanî agahiyên der barê grevên birçîbûnê de nenivîsinin. Armanca wan eşkere ye.”