'Kêliyên bi Rêber Apo re nayên jibîrkirin' 2019-03-13 09:13:28   Sozda Oremar   ŞEHBA - Jinên ku bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anîne, girêdana xwe ya ji bo Abdullah Ocalan rave kirin. Jinan anî ziman ku ew gelekî dixwazin Abdullah Ocalan bibînin û gotin:"Em bi felsefeya Rêberê xwe bi ser ketin û me xwe nas kir. Em gelekî dixwazin kêliyên ku me ew nas kir dîsa paşde bê."   Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ev 21 sal in ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîda giran de ye. Jinên ku Abdullah Ocalan nas kirine behsa bandora fikrên wî ya li ser wan dike.    Abdullah Ocalan ji bo jinan çima ewqas girîng e? Me ev pirsa ji jinên ku derfet dîtine ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin, pirs kir. Jinan hest û ramanên xwe bi ajansa me re parve kirin.    Jina bi navê Emîre Bekir a ku di sala 1992'an de Abdullah Ocalan dîtiye wiha got:"Dema di destpêkê de min tevgera azadiyê nas kir xwişka Xeyrî Durmiş hat cem me malê û bi riya wê min nas kir. Yekem car  behsa berxwedana zindanê dikir, berxwedana Mazlûm, Xeyrî, Kemal a li hember îşkenceyê ya di zindanê de dikir. Dema min Tevgera Azadiyê nas kir ez poşman bûm min got çima min ji zûde nas nekir. Piştî ku min tevger nas kir. Min dixwest Rêber Apo bibînim. Dema ku gotin tê biçe Rêber Apo bibîne ez gelek kêfxweş bûm, dema em derbasî kampê bûn yekem me hevalên xwe yên ku li gel me kar dikirin dîtin, wê dîtinê em gelek kêfxweş kirin. Dema em daketin qadê amadekariyên pir mezin ji bo gel dihatin kirin. Em rûniştin benda Rêbertî bûn, li wir me dît tiştê ku gel ji malên xwe dişand hemû li vir bûn em gelek kêfxweş bûn, baweriya me mezintir dibû."   'Mala biçûk em ava nekin em nikarin mala mezin ava bikin'   Emîra wiha domand:"Serok dema hat wê demê ji kêfxweşiya min nedizanî ez ê çi bikim, Serok gotinek got' pêwîst e mirov di mala xwe de dest pê bike, mala biçûk em ava nekin, nikarin mala mezin ava bikin. Ser esasê gotinên Serok me xwe bi rêxistin kir û zarokên xwe jî ser vê felsefeyê mezin kir.  Serokatî digot'Her kes dibêje zarokê min yê baş tevlî rêxstinê bûne, me ev bi perwerdê avakiriye, win jî dikarin di malên xwe wiha bi perwerdê zarokên xwe û civaka xwe baş bikin."   Emîrayê cara duyemîn dema Abdullah Ocalan dibîne wiha tîne ziman:" Cara duyemîn di sala 1996'an de li Helebê min serok dît, dema serok hat ku biaxivê keserek kişand, di wê kêliyê de hêsir ji çavên me hemûyan hat, serokatî got:" Çil milyon kurd barê xwe dane ser milê min, ma ez ê tenê vî barî çawa rakim. Divê hemû Kurd vî barî hilgire ser xwe û têbikoşin. Dîsa berê xwe da mêran û got' Rastî hûn bindest in we jin jî bindest kiriye. Gelek kes rabûn ji serok pirsîn, serokê min ev welat wê kengî azad bibe?Serok got:' Çiqas kar û xebat baş be em ê wisa bi ser kevin, wê şehîdên me welatekî azad ji me re ava bikin. Dîsa jinek pirsek ji serok kir got' serokê min em ê kengî ser bikevin, Rêbertî got: 2020 wê li rojhelata navîn şer giran bibe, wê gavê avabûn jî ew ê çê bibe."   Emîra di dawiya axaftina xwe de wiha got:" Hêvîya min heye ku di demek nêz de Serokê me ji zindanê azad bibe, em wek berê li gel xwe bibînin, ji vir heta Îmraliyê Serokê xwe slav  dikim. Leyla Guven û tevahî kesên di gerevê de silav dikim."   'Dema cûm cihê serok, min hîs kir ez derbasî Kurdistanê bûm'   Her wiha Nebîha Cemîl Silêman wiha dîtina xwe ya Abdullah Ocalan vedibêje:" Dema sala 1990'an de ji min re gotin tê biçe Rêber Apo bibînê kêfxweşiya min nayê ziman. Em çûn kampê wê demê min got ez derbasî axa Kurdistanê bûm. Em di bin çadiran de bûn, heta Serok hat û em derketin qadê ji kêfxweşiya dîtina Rêbertî min hîs dikir ku dilê min difire. Çiqas sar bû jî ne xem bû ji bo me ji ber me serokatî dît. Serok sê çar saetan axivî wek deqeyekê derbas bû, dema xelas bû, em ji kampê derketin ez rûniştim giriyam, hevalek ji min pirsî çima digirî min got ji ber ku min serok baş nedît ez carek din birim kampê, hemû gel jî car din vegeriyan kampê gotin em dixwazin dîsa Serok bibînin. Car din serok ji gel re axivî, gel pirs dikirin, min digot qey dilê min dîsa dike bifire."   'Min her sê lawên xwe diyarî  şoreşê kir'   Nebîhayê wiha domand:" Dema Serok bersiva gel dida min di dilê xwe de got' Egîdê min mezin bibe ez ê bidim serok, ez rakirim got tu çi dibêje, min got serokê min ez ê Egîd bidim te. Serok destê xwe ber bi wêneyên Şehîdan ve rakir û got:" Hûn zarokên xwe nedin min, didin axa pîroz, welat ji bo azadiyê hûn bidin. Min dîsa got ez ê Egîd bidim serok. Min soza xwe pêk anî Egîd, Xabûr, Deîl dan, ez ne poşman im min her sê lawên xwe diyarî  şoreşê kir."   'Em ê heta dawiyê têbikoşin'   Nebîhayê di dawiyê de ev got:" Ji bo Serokê min ji zindanê derkeve, carek din were di nav me de be, ez ê her tiştî bikim. Baweriya serok da min mezin bû, ez hîn ser wê baweriyê dimeşim. Ew xwedî li hêz û îradeya jinê derket, em ê jî li ser riya têkoşîna Leyla Guven û tevahî çalakvanên greva birçîbûnê ji bo azadiya Rêber Apo heta dawiyê bemeşin, têkoşîn bikin."   'Her gotinek Serok wek tîpên zêrîn di rih û can de, çavên me ronî dikir'   Emîna Mihemed wiha rojên dîtina xwe bi Rêber Apo re tîne ziman:" Yekem car Şehîd Rifet felsefeya Serok bi me da naskirin, berî Rêber Apo em nas bikin gel di tarîtiyê de bû, bi naskirina fikrê wî me ronahî dît. Her xeyalên min bû ku ez rojekê Serok bibînim. Roja mizgînî ji min re hat ez Serok bibînim ez ji nû de ji dayik bûm. Gel pir bûn me bi coşek mezin berê xwe da qada serok,  dema Serok hat ji çavên me hêsir hat xwarê, xeyalên me pêk hat. Her gotinek Serok wek tîpên zêrîn di rih û can de, çavên me ronî dikir. Gelek kesên bi me re hatin civîna Serok, carek din bi me re venegeriyan, gotin em ê li gel Serok bibînin, cîhana herî xweş e."   Emînayê wiha dom kir:" Jin îro xwedî rol û statu ye ev ji felsefeya Rêber Apo girtiye. Heta em bijîn em ê li ser felefeya Rêber Apo xwe perwerde bikin. Ji Şehba heta Amedê em Rêberê xwe û têkoşîna Leyla slav dikin."   'Tenê xwesteka min Serokê xwe bibînim'   Dayika du Cangoriyên Azadiyê, Ezîze Henan Omer wiha hevdîtina xwe ya bi Abdullah Ocalan re tîne ziman:" Ez li Lubnanê çûm cem serok , dema min ew dît, dilê min wek gulekê vebû.  Ew kêliyên bi Serok re nayên jibîrkirin. Min pir bêriya serokê xwe kiriye dixwazim carek din serokê xwe hembêz bikim, tenê ev xwesteka min heye. Di wê rêyê de du zarokên min şehid bûn, ez bi wan serbilind im. Tenê xwesteka min Serokê xwe bibînim."