Pervin Buldan: Her ku êrîşî me dikin em bi hêztir dibin 2019-03-12 16:31:21     ERZIROM - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîna Bûldan, di hevdîtina gel a li Xinûsê hat lidarxistin de axivî û wiha got: “Ew dibêjin dibe ku dema em êrîş bikin gel wê neçe mîtîngên wan û deng nede wan. Lê bila bizanibin ku her êrîş dikin hêza me mezintir dibe."   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Erziromê, di çarçoveya xebatên hilbijartinê de, hevdîtina gel li dar xist. Hevdîtin li ber buroya hilbijartinê ya HDP’ê hat lidarxistin. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan beşdarî hevdîtinê bû, Namzetên Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Erziromê Bariş Kemal Oglû, namzetên Hevşaredar ên Xinûsê Nûrcan Felekoglû û Mehmet Bayraktar û gelek kes beşdarî hevdîtinê bûn. Bi sedan kesên li ber buroyê kom bûn, berî hevdîtinê li ber stranan guvend gerandin û bê navber dirûşmeyên “Leyla Guven rûmeta me ye” û “Bi berxwedanê emê bi ser bikevin” berz kirin.    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, piştî ku girse silav kir wiha dest bi axaftina xwe kir: “Gelê Xinûsê, ligel hemû zext û astengiyan jî, dê dîsan bi vîna xwe şaredariya xwe qezenc bikin.”   'Gelê me blêta qeyûman birî ye'    Pervîn, di dewama axaftina xwe de wiha bilêv kir: “Li Şirnexê, Colemêrg û Wanê gelê me ji me re got, wan bilêta qeyûman biriye. Li Erziromê, Xinûs, Tekman, Qereçoban û Qereyaziyê jî gel bilêta qeyûman biriye. Qeyûmê Xinûsê jî, mîna qeyûmên din, şaredarî xistiye çirava deynan. Dema qeyûm hat, di kaseya Şaredariyê de deyn tune bû. Di rapora sayiştayê de me dît ku qeyûm şaredarî dibin deynan de hiştiye. Ev li dijî vîna gel bêrêzî û dizîtiye. Kes nizane çi ji wan pereyan kirin. Lê gelê Xînûsê vê baş dizane.”   'Serhildana jinan a 8'ê Adarê berovajî kirin'   Pervîn, bal kişand ser gotinên Erdogan ên ji bo 8’ê Adarê serf kirin û wiha got: “Çalakî û îsyana jinan a di 8’ê Adarê de li Stenbolê pêk hat berevajî dikin. Ew îsyan li dijî barîna û copên polîsan bûn. Li vî welatî kes heqaretê li banga Xwedê nake. Lê îro ol û banga Xwedî kirine amûrê siyasete. Li Colemêrgê, nimêjên sîvîlan bi ferman Teyîp hatin qedexekirin. Xûtbeyên Kurdî bi ferma Tayîp hatin qedexe kirin. Îro gelê Kurd nikare bi zimanê xwe îbadetên xwe bike. Ji berk u Tayyî û AKP’ê îbadeta bi zimanê Kurdî qedexe kirine. Ferasek wisan, ji ber ku ol kiriye amûrê siyasetê, bûyerên cuda jî berevajî dike.”    'Tenê daxwazeke Leyla û  girtiyan heye'   Pervîn, çalakiya greva birçîbûnê ya Leyla Guven a di roja 125’an de berdewam dike jî, nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Tenê yek daxwaza Leyla Guven û girtiyan heye. Bila tecrîd rabe. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye.  Grevên birçîbûnê gehiştinek  astek pir krîtîk. Divê demildest gav bên avêtin. Berî ku tişta bi canên me werin divê hikûmet û rayedar gav bavêjin.”   Piştre Bûldan û kesên perê, ji bo hevdîtina gel, derbasî Tekmanê bûn.