Li Mîksê bi eleqeyeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin 2019-03-12 15:46:15   WAN - Bi nêzîkbûna hilbijartinê re HDP`ê lez dan xebatên xwe. Li navçeya Mîksê bi eleqeyeke mezin buroya hilbijartinê hat vekirin.    Bi nêzîkbûna hilbijartinên herêmî re li navend û bajaran xebatên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) didomin. HDP`ê lez dan xebatên xwe û bi coşeke mezin li gund û navçeyên Wanê tên peşwazîkirin. Bi tevlîbûna namzetên Hevşaredariya HDP`ê yên Bajarê Mezin Bedîa Ozgokçe Ertan,Mustafa Avci,namzetên hevşaredar ên navçeyê, Dayîkên Aşitiyê,TJA,Hevserokên HDP`ê yên Wanê Yadîşen Karabulak, Umît Dede û hezaran buroya hilbijartinê li navçeya Mîksê hat vekirin.    “Gel dê 31`ê Adarê rêya Enqereyê nîşanî qeyûman bide”   Destpêkê ji aliyê namzetên hevşaredariya navçeyê gel hat slavkirin. Piştre hevseroka HDP`ê ya Wanê Yadîşen Karabulak axivî. Yadîşenê bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha axivî;“Ez çalakiyên berxwederên zîndanan û berxwedana Leyla Guven slav dikim. Daxwazên wan daxwazên gelê me ne. Slav ji we gelê qehreman û pakrewan re. Hûn nevîyên Feqiyê Teyran e û wê kes nikaribe ku vîna we xesp bike. Hûn ê 31`ê Adarê rê  nîşanî qeyûman bidin û rêkin Enqereyê. Mîks Ya me ye. Serkeftin a me ye.”   “Em ê tevî Wanê 13 navçeyên xwe bistînîn”   Piştî Yadîşenê namzetê hevşaredariya bajarê mezin Mustafa Avci axivî. Mustafa jî destnîşanî êrîşên li ser HDP`ê kir û wiha got:“Gelê me bi coşa xwe û eleqeya xwe biryara xwe daye. Serkeftin ya me ye.  31`ê Adarê tevî Wanê em ê 13 navçeyên Wanê jî ji vê hişmendiyê bigirîn. Ew çiqas êrîşî me bikin, bila bikin wê HDP dev ji têkoşîna azadiyê û aşitiyê bernede. Niha qeymeqam emnîyet û qereqol mîna peywirdarên AKP`ê dixebitin. Lê ew ê nikaribin vîna gel dorbeç bikin ev gel  wê di 31`ê Adarê de bersiva herî xurt bide wan. ”   Piştî axaftinan buroya hilbijartinê bi tililiyên jinan hat vekirin.    Piştre girse bi tevlîbûna namzetên hevşaredariya bajarê mezin li navçeyê esnaf ziyaret kirin.