Berxwedêrên 12'ê Adarê hatin bîranîn 2019-03-12 15:03:49   QAMISLO - Bi boneya 15'emîn salvegera serhildana Qamişloyê bi sedan şêniyên navçeya Girkêlegê meşiyan ser gorên şehîdên 12'ê Adarê û wan bi bîr anîn.   Li gundê Abrê yê  navçeya Girkêlegê ya Kantona Qamişloyê ji bo bîranîna şehîdên 12'ê Adara 2004'an  ku di serhiladana Qamişlo de şehîd bûn bi sedan şêniyên Girkêlegê û Çelaxa  meşiyan li ser gorê şehîdan û ew bibîranîn.   Meş ji destpêka Gund dest pê kir û li goristana gund hat rawestandin. Piştî deqeyek rêzgirtin axavtin hatin kirin. Li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk Ebdil selam Ebas, li ser navê Malbatên şehîdan Muhemed Cemîl, li ser navê Malbata şehîdê 12'ê adarê Ehmed  Muhemed  bavê şehîd Mirhê Muhemed axivîn. Kesên ku axivîn bal kişandin ser wate û girîngiya vê rojê û anîn ziman ku berxwedana 12'ê Adarê didome.   Li ser navê Meclisa Bajarokê Çelaxa Sûheyîla Şemo axvî û got:"Di dîroka tevgera azadiyê de tim berxwedana kurdan li himber zoriyê derketiye pêş. Li himber rêjîma BAAS'ê têkoşînek hat meşandin. Rêjîma BAAS'ê bi hemû hovîtiya xwe bi ser gelê sivîl de hat û di encamê de hejmarek ciwanê kurd şehîd bûn, 12'ê adarê bi qehremaniya gelê kurde di dîrokê de hat nexişandin. Ji bo wê jî tevî van salên şoreşê jî lê wateye 12'ê adarê cuda ye di dilê her mirovekî de em dibêjin ew rihê 12'ê adarê vaye îro encamên  şoreşa jinê ya li Rojavayê Kurdistanê ye, her çiqas dem dirêj jî be lê em domdarên xeta azadiya hemû gelan in."    Piştî axaftinan gora şehîd Ehmed  Muhemed hat ziyaretkirin û şitlên gulan li ser gora wî hat çandin.   Bîranîn bi dirûşemê "Şehîd namirin" hat bi dawîkirin.