Li Şehbayê merasîma 24 pekrawanên azadiyê hat lidarxistin 2019-03-12 11:23:53   Ferîde Zada   ŞEHBA - Gelê Efrîn û Şehbayê li qada gundê maratê ya navçeya Ehdas a Şehbayê merasîmA 24 têkoşerên berxwedana serdemê yê qonaxa yekem û duyem li dar xistin.   Gelê Efrîn û Şehbayê li qada gundê Maratê ya navçeya Ehdas merasîma 24 pakrewanên azadiyê ya qonaxa yekemîn û duyemîn ên berxwedana serdemê li dar xistin, jê du şehîd li goristana şehîdên berxwedana serdemê li navçeya Ehresê hatin oxirkirin.   Piştî deqeyek rêzgirtin, axaftin li ser navê rêveberiya Meclîsa Malbetên Şehîdan Xelîl Ehmed, li ser navê rêveberiya Meclîsa kantona Şehbayê Fatimê Cimo, li ser navê rêveberiya xweser Şîraz Hemo  hat kirin. Di axaftinan de hemû şehîden azadiyê hatin bîranîn û soz hat dayi ku dê şopandina rêya wan bidome. Paşê wesîqeya şahadetê ya pakrewanên azadiyê hatin xwendin û radestî malbetên şehîdan kirin, jinên ku tevlî merasîmê bûn hestên xwe anîn ziman.   Jina bi navê Meryem Hecî axivî û got:"Em hatine şehîdên xwe bi bîr bînin. Me li Efrînê çiqas şehîd dan em ê li vir jî bidin ji bo vegera Efrînê, şehîd şehîdên me ne em ê şopdarê riya Serok Apo bin."   Ji aliyekî din jî jina bi navê Birîvan Hemo got:" Em Şehîdên xwe yên rûmetê îro bibîr tînin. Em şopdarê riya şehîdên xwe ne em Efrînê bernadin bila Tirkyeyê nefikire ku dê Efrîn jê re bimîne. Silavê min ji Leyle Guven û Serok Apo re hene."   Jina bi navê Esmehan Resolo ji kantona Efrînê wiha got:"Em heya hene em ê şehîdan bidin û em ne poşman in û em li ser riya wan şehîdan dimeşin, serê me bi şehîdên me bilind in."   Jina bi navê Sewsen Ehmed axivî û got:"Em li merasîmên 24 şehîdan amade bûn serê me bi şehîdan bilind in. Ji ber ku bi xwînên van pekrewanan em li Şehbayê manin û me soz daye em ê vegerin Efrînê û em tu carî em dev ji şopandina riya şehîdan bernadin."   Her wiha jina bi navê Emîne Ebd Rihman wiha got:"Em bi dilekî germ şehîdên xwe bi bîr tînin. Em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe û şopandina rêya Şehîdên xwe bernedin."   Merasîm bi dirûşmeyên ”Şehîd namirin,Bijî Serok Apo” bi dawî bû.