Berxwedana Leyla Guven di roja 125'an de ye 2019-03-12 10:44:45   AMED - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 125'an de berdewam dike. Keça Leylayê Sabîha Temîzkan di parvekirineke xwe de ji bo dayika xwe wiha got: "Tu dê bijî dayê! Heydê bi destê min bigire, hîna rêya me pir heye."    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 125'an de berdewam dike. Leyla ya ku di 25'ê Çileyê de ji girtîgehê hat tahliyekirin çalakiya xwe li mala xwe ya li taxa Bagcilar a Baglarê çalakiya xwe berdewam dike.     Li Grava Îmraliyê hevdîtin   DI 12'ê Çileyê de ku çalakiya Leyla ya greva birçîbûnê berdewam dikir de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan çû îmraliyê û bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî.  Leyla ya ku wê demê bi riya parêzerên xwe derbarê mijarê de daxuyanî da wûha got: "Cerebeyên me yên berê hene.  Di sala 2016'an de komeke ku ez jî di nav de bûm a ji 50 kesî pêk dihat me li dijî tecrîêdê li derve çalakiya grevê da destpêkirin. AKP'ê wê demê jî Mehmet Ocalan ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike şand Îmraliyê û bi peyama ku ji birêz Ocalan hat me çalakî bi dawî kiribû.  Lê tecrîdê berdewam kir. Niha jî heman rêbaz tê bikaranîn. Birêz Ocalan pêşengekî polîtîk e. Ji bo malbata xwe ne li wê gravê ye. Wekî hemû girtiyên din mafê wî yê hevdîtinê heye.   Leyla Guven: Daxwazên me meşrû ne   Daxwazên me ji serî de zelal in. Em dibêjin ev tecrîda sûcê mirovahiyê bê rakirin û birez Ocalan bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike bi heyetên biyanî re jî bê gel hev.  Ji ber vê em vê çalakiya xwe bi hevdîtinekê bi dawî nakin. Daxwazên me ne dijqanûnî meşrû ne. Ger armanca AKP - MHP'ê bedeldayîna me be em ji wê re jî amade ne.  Em jî ji vê tifaqa faşîst re dibêjin ger ku tabût ji zindanan derkevin hûn ê nikaribin li cihê xwe rûnên."   Çalakiya girtiyan berdewam dike   Piştî Leylayê li Herêma Federal a Kurdistanê çalakiya Nûnerê HDP'ê Nasir Yagiz di roja 1012'an de, Li strasbourgê 14 kes û li Gallerê ya Îmam Şîş di roja 89'ê de.  ya girtiyên ku di 16'ê Çileyê de hat destpêkirin  di roja 87'yan de berdewam dike.  Her wiha li aliyê din çalakiya girtiyên PKK'ê û PAJK'ê ku di 1'ê Adarê de hat destpêkirin jî di roja 10'an de berdewam dike.    Li dijî çalakgerên HDP'yî operasyona binçavkirinê   Di 3'yê Adarê de di pêşengiya parlamentera  HDP'ê ya Amedê  Dêrsim Dag de li avahiya HDP'ê ya Amedê çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger hat destpêkirin. Piştî ku çalakî hat destpêkirin bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu avahî hat dagirkirin  û 5 kesên di çalakiyê de hatin binçavkirin. Endamên HDP'ê Salîh Cansever, Îsmet Yildiz, Sevîcan Yaşar, Salîh Tekîn û Bîlal Ozgezer ên ku hatin binçavkirin piştî 4 rojan sebest hatin berdan. Çalakgerên ku hatin berdan çalakiya xwe berdewam dikin.   Her wiha li gel çalakiya grevê ku li avahiya HDP'ê ya Amedê berdewam dike di 8'ê Adarê de Parlamenterên Wanê Tayyip Temel, Murat Sarisaç, A. Halik Kurt, Yusuf Ataş bi dirûşma "Dê serîhildan bigihêje armanca xwe. Bijî serîhildana Leyla" dest bi greva birçîbûnê kirin. Piştî daxuyaniya ku hat dayîn avahiya HDP'ê ya bajêr hat dorpêçkirin û di saetên êvarê de êrîş hat kirin. DI encama êrîşa ku hat kirin de  Bîlal Ozgezer, Abdulhalik Kurt û li gel Yusuf Ataş, Salîhî Îsmet, Sevîcan û Salîh Tekîn disa hatin binçavkirin.     Sabîha Temîzkan:  Hîna rêya me pir heye   Keça Leylayê rojnameger Sabîha Temîzkan jî 125 roj je şahidiyê ji çalakiya dayika xwe re dike. Sabîha li ser hesabê xwe yê civakî ev gotin parvekirin: "Em hewl didin bi hev re bibişirin. Em herdu jî dibe ku ji xwe re dibêjin bila xemgîn nebe...Xwzî biqediya û me têra xwe hev hebêz bikira. Van rojên têrtav ji nû de dilê me germ bikira. Tu dê bijî dayê! Heydê bi destê min bigire, hîna rêya me ya ku em biçin  pir e."