Li Colemêrgê mirina jinekê ya bi guman 2019-03-12 09:13:48   COLEMÊRG - Li Çelê jina bi navê Melek Yildiz Karataş li mala xwe bi awayekî mirî hat dîtin.    Li Gundê Navçeya Çelê ya Colemêrgê jina bi navê Melek Yildiz Karataş a 25 salî do di saetên serê sibehê de li mala xwe mirî hat dîtin. Tê îdiakirin ku Melekê xwe întixar kiriye.    Cenazeyê Melekê ji bo otopsiyê şandin morga Saziya Tipa Edlî. Piştre do bi şev Melekê ji aliyê xizmên xwe ve hat definkirin.    Her wiha cîranên Melekê anîn ziman ku Melekê ev saleke zewicî bû û mêrê ku bi wê re zewicî bû şîdet lê dikir.