Li Serhedê HDP bi eleqeyeke mezin xebatên xwe bê navber didomîne 2019-03-11 17:22:10   WAN - Li Serhedê xebatên HDP’ê bê navber  didomin. Li navçeya Riyaarmûşê bi tevlîbûna bi dehan buroya hilbijartinê hate vekirin û her wiha  li heremê xebatên HDP’ê bi eleqeyeke mezin didomin.    Li gel nêzîkbûna hilbijartinê li Serhedê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) lez da xebatên xwe. Li navçeya Riyaarmûşê bi tevlîbûna namzeta hevşaredariya bajarê mezin Bedîa Ozgokçe,Mustafa Avci, namzetên hevşaredariya HDP’ê yên navçe Şehsade Kurt, Azîm Yacan, Parlementera HDP’ê ya Wanê Muazez Orhan, hevserokê HDP’ê  Wanê Umît Dede û bi tevlîbûna dehan buroya hilbijartinê hate vekirin.     ‘Gelê kurd dê bersiva herî xurt di 31’ê Adarê de bide’   Destpêkê nazmetên hevşaredariya navçeyê gel slav kir. Piştî slavkirinê hevserokê HDP’ê yê Wanê Umît Dede axivî. Umît bal kişand ser tifaqa AKP û MHP û wiha axivî,”Ez li hemberî vê biryarbûna we û têkoşîna we bejna xwe ditewînim. Pêşiya me de hilbijartina herêmî heye. Wekî hemû partiyên siyasî em jî xebatên xwe yên hilbijartinê didin meşandin. Lê niha li Tirkiyeyê desthilatdariya AKP û MHP’ê  welat ber bi aloziyê ve dibe. Zagon hene û ev zagona ji her partiyeke siyasî re derbasdar e. Lê ji HDP’ê re qedexe ye. Ev gel hêviya xwe diparêze û tu car dev ji daxwaziya azadiyê bernade. Gelê kurd dê bersiva herî xurt 31’ê Adarê bide.”    ‘Bi girtinan, kuştinan û binçavkirina ew ê nikaribin vîna gel desteser bikin’   Pişt re namzeta HDP’ê ya bajarê mezin Bedîa Ozgokçe Ertan axivî. Bediyayê bal kişand ser hilbijartinên herêmî û wiha axivî;” Gelê kurd dixwaze ku bi nasnameya xwe bijî û di dîrokê de heta niha berxwe dide. Tu kes nikare daxwaziyên gelê kurd yên wekhêvî, aşitî û azadiyê tune bihesibîne. Ev gel duh jî hebû, îro jî heye û dê her tim jî hebe. Piştî ku ji aliyê qeyûman ve şaredariyên gel hatine desteserkirin, di destpêkê de tabeleyên kurdî danîne û li ser nirxên me yên civakî êrîş kirin. Bi girtinan, kuştinan û binçavkirina ew ê nikaribin vîna gel desteser bikin. Qeyûm dê biçin, gel dê bên. Kesên ku nirxên gelê me hedef girtîn û desteser kirin wê 31’ê Adarê hesab bidin gel.”   ‘Daxwaza Leyla Guvenê mafekî meşrû ye û daxwaza mîlyonan e’   Bediyayê da zanîn ku grevên birçîbûnê ji bo pêşerojên gelane û wiha berdewam kir;” Em berxwedana Leyla Guven slav dikin.  Bi pêşengiya birêz Leyla Guven grevên birçîbûnê li hemû zindanan û devaran belav bû. Daxwaza çalakvanan  ji bo aştî azadî û wekhêviya gelan e.  Daxwaza Leyla Guven mafekî meşrû ye û daxwaza mîlyonan e.”    Vekirina buroya hilbijartinê bi dirûşmeyên ‘Bijî berxwedana Zindanan, Qeyûm dê here gel dê were’  bi dawî bû. Piştî vekirina girseya ku xwestin ber bi avahiya HDP’ê ve bimeşin ji aliyê polîsan ve hatine astengkirin. Li dijî tevî astengiyan girse li gel namzetên şaredariya bajarê mezin heta avahiya HDP’ê meşiyan.    Erdîş   Li navçeya Erdîşê jî bi tevlîbûna namzetên HDP’ê yên şaredariya Erdîşê Yildiz Çetîn û Mahmut Pala esnafa sanayiyê hate ziyaret kirin. Dema ziyaretê de daxwaz û pêşniyarên gel hatine guhdar kirin.    Şax   Li navçeya Şaxê jî bi tevlîbûna namzetên HDP’ê yên navçeyê Esra Babur, Murat Bozdemîr û endamên rêxistinên HDP’ê û DBP’ê  li taxa Qitê xebatên hilbijartinê dan meşandin. Namzet bi eleqeyeke mezin re hatine pêşwazî kirin.    Serav   Li navçeya Seravê jî xebatên hilbijartinê bi coş û kelecaneke mezin didomin. Li gel tevlîbûna namzetên HDP’ê yên navçeyê Caziye Duman, Şahabbettîn Bîlmez li gundê  Qurcenê xebatên hilbijartinê dan meşandin. HDP’yi bi eleqeyeke mezin re rû bi rû ma. Gundî li qada gund kom bûn. Namzeta HDP’ê ya hevşaredariya navçeyê Caziye Duman axiftineke kurt kir. Caziyeyê diyar ku ew ê bi coş û kelecana jinan mizginiya 31’ê Adarê bidin. Piştî axaftinan namzetan mal bi mal geriyan û gel ziyaret kirin.