Dayikên Aştiyê ji aliyê polîsan ve hatin derbkirin 2019-03-11 17:13:20   AMED - Meclîsa Dayiken Aştiyê û malbatên girtiyan ji bo daxwazên kesên di greva birçîbûnê de ne bîn ziman xwestin biçin avahiya AKP'ê ya bajêr. Lê ji aliyê polîsan hatin astengkirin û derbkirin.    Meclîsa Dayiken Aştiyê û malbatên girtiyan ji bo daxwazên kesên di greva birçîbûnê de ne bîn ziman xwestin biçin avahiya AKP'ê ya Yenîşehira Amedêba. Lê ji aliyê polîsan hatin astengkirin û derbkirin.    'Zarokên me dimirin'   Dayikên Aştiyê û dayikên girtiyan ji polîsan re gotin:"Zarokên me dimirin." Polîsan jî gotin:"Çi ji me re. Hûn li zarokên xwe xwedî derketan. Careke din hûn werin vir em ê we bikin bin çavan."Polîsan Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan şopandin û Komeleya Dayikên Aştiyê dorpêç kirin. Her wiha polîsan nehiştin ku rojnameger wêne û dîmenan bikşînin.   Dorpêçkirina polîsan didome.