7 Kesên li Enqerê hatibûn binçavkirin, hatin berdan 2019-03-11 16:33:10   ENQERE - Li Enqerê, 7 kesên di serdegirtinên malan ên 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin, bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Li Enqerê, 7 kesên di nav de rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) heyîn, ên di serdegirtinên malan ên 8’ê Adarê de hatibûn binçavkirin, sewqî Edeliya Enqerê hatin kirin. Kesekên ku dozger îfadeya wan girt, bi şertê kontrola edlî bên berdan, sewqî dadgehê hatin kirin. Sevgî Kîşîn Sazan, Asrin Sundus Keleş, Kenan Akin, Yasemîn Kurt, Denîz Akîl, Alî Başpenîr û Banû Aykaç ên îfade dan dadgehê bi şertê kontrola edlî hatin berdan.   Hat diyar kirin ku her 7 kes bi hinceta medya civakî û di dema qedexeya derketina kolan a Cizîrê de, beşdarî çalakiya “Ala Spî” bûn, hatin binçavkirin.