Civîna Komîteya Perwerdeyê bi dawî bû 2019-03-11 16:03:57   QAMIŞLO- Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star bi armanca avakirina Meclisa Jin ya Perwerdê ya Rojavayê Kurdistanê civînek li dar xistin.   Bi armanca avakirina Meclisa Jin ya perwerdê Komîteya Kongreya Star civînek li dar xist. Civîn bi tevlîbûna bi dehan Endamên Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star û Endamên KPC'ê û Zanîngeha Rojava, her wiha sazî û dezgehên jin û rêveberiya xweser amede bûn.   Piştî nirxandin û nîqaşkirina kar û xebat, ji bo avakirina Meclisa Jin a Perwerdê ya Rojavayê Kurdistanê pêşniyar hatin kirin. 21 jin hatin pêşniyarkirin, 8 endamên komîteya Perwerdeya Kongreya Star, 8 endamê ji komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk a KPC'ê, Endamek Jineolojî, Endamek ji Zaningeha Rojava, du endamê Civaka Demokratîk, endamek ji akademiya Star hatin pêşinyarkirin. Dê 1'ê nîsanê de navê Meclisa Jin a Perwerdê wê were eşkere kirin.    Civîn bi dirûşmeyên' Bijî Serok Apo, Jin jiyan azadî, Bijî berxwedana Zindana' bi dawî bû.