Jinên Femînîst û yên herêma Firatê li hev kom bûn 2019-03-11 15:40:56   KOBANÊ- Tevgera Jinên Femînîst ya Ispaniyayê û Rêxistina Kongreya Star ya herêma Firatê yekemîn panela ji bo rewş û pêşketinên jinê li dar xist.     Rêxstina Kongreya Star 1'emîn car bi Tevgera jinên Femînîst ên welatê Baskî yê Ispanyayê re kom bûn û di derbarê rewşa jinên Baskî û Kurd de, li navedna Tevgera Ciwanên Şoreşger panel li dar xistin.   Di panêlê de bi dehan ji jinên Ereb, Kurd û Ermen ên herêma Firatê amede bûn.   Panelê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê jî Endama Tevgera Femînîst Aina Etxea di derbarê dîroka Baskî ên li bakurê Ispaniyeyê de wiha axivî: " Welatê Baskî rastî gelek êrîşan hat, Dîktatoriya Franko civaka Baskî ji aliyê ziman, çand û nasname tune dikir. Her wiha qedexeya ava kirina rêxstinên siyasî ango civakî ragihandinbûn. Lê ên ku di destpêkê de li dijî dîktetoriyê serî hildan jinên Baskî bûn. Jinan li hember zihniyeta baviksalarî û ne wekheviyê têkoşîn dan dest pê kirin û ji bo xwe rêbazek jiyanê ya nû hilbijartin."   Her wiha Lur Etxea jî li ser Tevgera Femînîst û armancên xwe wiha anî ziman: "Tevgera me ya jinan e, lê em ji bo hemû civakê têkoşîn dikin. Bingeha tevgera me li ser bingeha ku jin karibin xwe, rastî û dîroka xwe nas bikin. Ji bo vê jî me niha pirojeya lêkolînên di derbarê jinên Baskî de dane dest pê kirin, her wiha dîroka jinên Ispaniyê tev de jî."   Lurayê di derbarê têkoşîna jinên şoreşger de ev yek got: "36 endamên Tevgera me di girtîgehên Ispanya û Firanseyê de girtîne, sucê wan jî ew e ku ji bo azadiya xwe têdikoşin. Ji bo vê jî em têkoşîna Leyla Guven û hemû girtiyên siyasî ên di girtîgehan de silav dikin. Em dibêjin berxwedana Leyla ji bo me mînak e."   Paşê jî ji hêza parastinê Engîzek Kobanê li ser rêxistibûyîna YPJ'ê wiha axivî: "Jinên Kurd di hemû qadên jiyanê de xwedî rol û mîsyon in. YPJ'ê jî ji bo ku maf û azadiya jinan biparêze xwe bi rêxistin kiriye. Lê YPJ'ê xwe di çarçoveya herêmên Kurdan de nehîşt a niha di nava me de jinên Kurd, Ereb, Ermen, Aşûr, Turkmen, Çerkez û heta jinên Enternesyonalîst jî beşdarî refên YPJ'ê bûn. Ji bo vê jî mirov dikare bêje ku YPJ'ê bû artêşeke cîhanî".   Cîgira Encûmena Rêveber Sara Xelîl jî wiha got:"Berxwedana jinên Baskî û jinên kurd nêzî hev in. Asta ku jinên me niha gihaştiye hemû bi saya Fikir û Felsefeya rêber Apo bû. Rêber Abdullah Ocalan ji bo ku jinan azad bike gelek têkoşîn kir, asta ku niha em gihaştinê hemû ji ber keda wî ye. Me jî weke jin li ser bingeha Felsefeya rêber Apo xwe rêxistin kir. Berhemên wê felsefeyê jî şoreşa me yan ku niha em di nav de jiyan dikine. Niha jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê him malên xwe û him jî pergalên xwe bi rê ve dibine. Hejmara saziyan ji %80 jin in. Kombûna me û jinên Ispaniyayê îro yek ji daxwazên rêber Apo ye ku yekîtiya jinan pêk were, ji bo vê jî hêviya me ji Tevgera Femînîzim heye ku ew jî ji bo azadiya rêber Apo têkoşîn bikin."