Mîtînga Qoserê bi dirûşma 'Leyla Guven rûmeta me ye' 2019-03-11 15:33:28   MÊRDÎN - Mîtînga HDP'ê ya Qserê bi dirûşma "Berxwedana Leyla berxwedana gelan e, deng bide vê berxwedanê" bi tevlibûna hezaran dest pê kir. Di mîtînga ku ji 7 salî heta 70 salî gelê Mêrdînê hemû tevli bû de dirûşmên "Bijî berxwedana Leyla Guven" û "Leyla Guven Rûmeta me ye" hatin berzkirin.    Mîtînga Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Qsera Mêrdînê bi dirûşma "Berxwedana Leyla berxwedana gelan e, deng bide vê berxwedanê" bi tevlibûna hezaran dest pê kir.  Qada Otogarê ya Mîtîngê ji duh ve ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin.  Bi hezaran welatiyên ku barîkatên polsîan derbas kirin tevli mîtîngê bûn. Jinên ku bi cil û bergên xwe yên reng bireng ketin qada mîtîngê qad rengîn kirin û di demek kurt  tevahiya qadê tijî bû.    Mîtîng bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê  Partiya Demokrtîk a Gelan Sezaî Temelî, namzedên hevşardariyê yên Şaredariya Bajarê Mezin a Amêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altundag,  parlamenterê Mêrdînê Mîthat Sancar, Tuma Çelîk, Pero Dundar, Ebrû Gunay û namzedên hevşaredariyên yên navçeyan hat destpêkirin.     Jin bi hemû rengên xw li qadê ne   Li qada ku bi alên HDP'ê hat xemilandin û li gel pankarta HDP'ê ya bi dirûşma "Ya Me Ye" pankartek din bi nivîsa "Li dijî Zordariyê Yekitî" û "Jin bi hev re tifaqa xwe mezin dikin" hatin daliqandin.  Gelê ku hat qadaê bi dirûşmên "Bijî HDP", "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana zindanan" û "Leyla Guven rûmeta me ye" berz kirin."