HDK’ê li Stenbolê starta Nwrozê da 2019-03-11 14:14:22   STENBOL – Bi pêşengiya HDK'ê dê li Stenbolê îsal bi dirûşma “Teqez em ê bi ser bikevin û tecrîdê bişkênin” Newroz bê pîrozkirin. HDK’ê banga pîrozbahiya Newrozê kir û got: “Newroza îsal dê bi bibe îfadeya herî xurt a hevdîtina Yekîtiya Hêza Demokratîk.”    Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK),  îsal bi dirûşma “Em ê teqez bi ser bikevin û tecrîdê bişkênin” li Navçeya Bakirkoya Stenbolê pîrozbahiya Newrozê li dar dixe. HDK’ê starta bernameya Newrozê li avahiya HDP’a Stenbolê bi civînek çapemeniyê da. Hevserokên Rêxistina HDP’a Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek û gelek kes beşdarî civînê bûn.    'Em Newrozê bi rihê berxwedana Leyla Pêşwazî dikin'   Di civînê de ewilî Hevseroka HDP’a Stenbolê Esengul Demîr axivî û got: “Em Newroza îsal di nava xebatên hilbijartina xwecihî de pêşwazî dikin. Her wiha em bi ruhê berxwedana Leyla Guven Newrozê pêşwazî dikin. Em ê bi ruhê Kawayên hemdem li qadan li dijî Dehaqan li ber xwe bidin. Ji bo rakirian tecrîdê û bihara azadiyê bînin welat em ê di 24’ê Adarê de li Qada Bazara Bakirkoyê bin. Em her kesî vedixwînin cejna Newrozê.”    'Newroz wê yekitiya dîrokî pêk bîne'   Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’a Stenbolê Aysun Çeper jî daxuyanî da û got: “Wê hemû bindest û kesên ji bo azadî û nasnameya xwe têkoşînê didin dê berê xwe bidin Newrozê. Leyla Guven ji bo azadiya Ocalan bedena xwe da ber bexwedana azadiyê. Bi berxwedana xwe dewletê vedixwîne ku qanûnên xwe bi cih bîne. Agirê 21’ê Adarê ji Kawayê Hesinkar li dijî her zilmê heta roja me ya îro pêxistiye. Wê pîrozbahiya Newroza me îsal ji bloka AKP’ê û MHP’ê re bibe bersivek herî xurt. Wê Newroza îsal bibe îspata heta zilma Dehaqan dewam bike wê Kawa jî hebin û tu dem xelas nebin. Wê Newroza me ya îsal bibe îfadeya herî xurt a Yekîtiya Hêza Demokratîk. Newroz wê yekîtiya dîrokî pêk bîne û Stenbolê ji haramiyan rizgar bike. Em carek din her kesî vedixwînin pîrozbahiya Newrozê ya li Bakirkoyê.”