Ji bo avakirina meclîsa jinê ya perwerdeyê li Qamişloyê civîn hat lidarxistin 2019-03-11 13:36:39   QAMIŞLO - Komîteya Perwerdeyê ya Kongreya Star bi armanca avakirina Meclisa Jin a Perwerdê ya Rojavayê Kurdistanê civînek li dar xist.   Îro komîteya Perwerdê a Kongreya Star bi armnca avakirina Meclisa Jin a Perwerdê ya Rojavayê Kurdistanê civînek li dar xist. Civîn li Navenda Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk KPC'ê bi tevlîbûna Komîteya Perwerdê ya Kongreya Star û Endamên KPC'ê û Zanîngeha Rojava, her wiha sazî û dezgehên jin û reveberiya xweser li dar xistin.   Civîn bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir, paşê perspektîfên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan li ser Perwerdeyê ji aliyê endama Komîteya Perwerdê Rîhan Temo hat xwendin. Her wiha di berdewamiya vê civînê de wê her komîte kar û encamê xebatê xwe bîne ziman, nîqaşa pirsgirêkan û çareserî were dîtin.    Dê herî dawî Meclisa Jin a perwerdeyê a Rojavayê Kurdistanê were avakirin.   Civîn bi nîqaşan didome.