'Berteka me li dijî kesên ku 8'ê Adarê qedexe dikin e' 2019-03-11 11:46:06   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên femînîst ku meşa şevê li dar xistin, bertek nîşanî gotina Erdogan a ku got dema azan(bang) hatiye xwendin jê re fîkandine dan û wiha gotin: "Bla kesek li gorî xwe mijarê neguhere, bertekên me li dijî kesên ku 8'ê Adarê qedexe dikin e."   Amadekarên 17'emîn Meşa Femînîst a Şevê li dijî îdiaya Erdogan a ku got jinên li Stenbolê ku ji bo 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê hatin gel hev ji azanê re fîkandine daxuyaniyek nivîskî weşandin.    Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku jinan li dijî tundiyê bertek nîşan dane û ev tişt hat gotin; "Êrîşa polîsan a li dijî 17'emîn Meşa Şevê ya Feminîst ku gelek jin tevli bûn û gelekên wan jî hewl dan tevli bibin bi gotinên cudakarî û wekî amûr ji bo hilbijartinê bikaranîn nayê veşartin.  Her çend ku hewl tê dayîn naveroka mijarê bê guhertin jî navê wê nayê guhertin û tundiya li dijî jinê ye."   'Pirsgirêka me dijminantiya li dijî jinê ye'   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku 16 sal e jin li heman cihî çalakiya xwe bêyî ku pirsgirêkan bijîn li dar dixên û di berdawamiyê de wiha hat gotin: "Polîsan dema ku êrîşî jian kirin, li ser wan lêgerîn kirin û gaz avêtin wan li azanê guhdar nekirin. Jinên ku ji bo li dijî tundiyê dengê xwe bilind bikin hatin di nava barîkatên polîsan de hatin hepiskirin. Kesên ku nehiştin em meşa xwe ya ku her sal em di heman rêyê re berdewam dikin bikin û li ber camiyê em hepis kirin îro jî dibêjin ku li dijî azanê ne. Bila kesek mijarê neguhere: Berxwedana me li dijî barîkatên polîsan û li dijî kesên ku xestin çalakiya me ya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê asteng bikin e...17 sal e em li ser wê kolanê ne û her sal di heman saetê de me dengê xwe li dijî tundiyê bilind dikin. Em careke din dibêjin ku em li dijî kesên cudakar û ku civakê ji hev dixin û jiyaneke wekhev, hevpar û azad dixwazin. Pirsgirêka me bi civaka baviksalar û bi kesên ku dijminantiya jinan dikin re heye. "