‘Divê pêşiya hevdîtinan bê vekirin’ 2019-03-11 09:11:42   WAN - Zuleyha Gulum ya HDP’yî diyar kir ku desthilatdarî grevên birçîbûnê ji nedîtîve tê û divê demildest dest ji vê helwetsa xwe berde û pêşiya hevdîtinan vebike. Zuleyhayê got: “Desthilatdarî berxwedana li hember tecrîdê nabîne. Lê divê vê baş bizanin, bi vê helwestê wê negihêjin cihekî. Ger li vî welatî mirov daxwaza aştî, edelet û wekheviyê bikin divê hikûmet gûh bidê.”   Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum der barê grevên birçîbûnê de nirxandin kir. Zuleyhayê daxuyakirin ku çalakgerên greva birçîbûnê ji bo aştî, azadî û demokrasiyê bedena xwe dane ber mirinê.   Zuleyhayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Leyla Guven ji bo bidawîbûna tecrîdê ev berxwedan da destpêkirin.Ji ber heta tecrîda Îmraliyê bidawî nebe, li vî welatî wê aştî pêk neyê. Li cihê aştî tunebe demokrasî jî ne pêkan e. Li Tikriyeyê krîzek aborî ya cidî heye. Mirov ji azadiya xwe bêpar in. Mirov di jiyana rojane de ditirsin ku desthilatdariyê rexne bikin. Ji ber gelek zext li ser gel heye.”   ‘Tecrîd li her derê ye’   Zuleyhayê bi lêv kir ku di esasê de li her derê Tirkiyeyê polîtîka tecrîdê tê meşandin û got tecrîd li malê, li kolanê li kargeriyan e û wiha got: “Hevalên me li dijî vê dibêjin bila li vî welatî aştî û azadî hebe. Dibêjin bila pêşiya wekhevî, edelet, demokrasî û azadiya jinê vebe. Ev daxwaz her kesî eleqeder dike. Ji ber vê divê em deng bidin dengê hevalên xwe. Di alî hiqûqî de jî tecrîd nayê qebûlkirin. Tecrîd skandalek hiqûqî ye. Divê demildest hiqûq pêk bê û hevdîtin dest pê bikin.”