Abdullah Ocalan:Polîtîkaya me ya jinê girîng e 2019-03-11 09:04:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Di hevdîtinên di 2014’an ên bi  heyeta Îmraliyê pêk hatine de, Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser Pervîn Buldan bal dikişîne ser pirsgirêka jinan û diyar dike ku nêzîkatiya magazînel a pergalê ya li hember jinê îdeolojîk e û wiha got: “Her çar alî jinê bi zincîrê hatiye dorpêçkirin. Em heta vê parçe nekin em nikarin bibin sosyalîst, em nikarin siyasetê bikin. Yên nikaribin jiyanê xilas bikin nikarin welat xilas bikin. Ji bo min azadiya jinê ji ya welat girîngtir e.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di hevdîtina sala 2014’an a bi heyeta HDP’ê re kiriye bal dikişîne ser pirsgirêka jinan û têkoşîna jinê, derketina pirsgirêkan a holê nîşan dide. Abdullah Ocalan di hevdîtina bi encama heyetê Pervîn Buldan re balê dikişîne ser pirsgirêkên jinan. Abdullah Ocalan ku di mijara jinan de belgeyek pêşniyarên polîtîk dike, li ser newekheviya zayenda civakî û bandora êrîşên mê ya li ser jinan analîzan dike.    Abdullah Ocalan ku di hevdîtinê de bal dikişîne ser kuştinên jinan wiha dibêje: “He roj jin tên kuştin. Divê jin wisa alçax neyê kuştin. Welatiyên vî welatî vê qebûl nakin. Lê her çar alî jinên zincîr kirine. Heta  vê parçe nekin em nabin sosyalîst, em nikarin siyasetê bikin.   Ji hevdîtinên sala 2014’an ku Abdullah Ocalan bi Pervîn Buldan re kiriye hinek sernav:   Abdullah Ocalan: Jin ew qas jî bi alçaxî nikare werin kuştin. Welatiyên vî welatî nikare vê yekê qebûl bike. Jin ji çar aliyan ve hatine zincîrkirin. Heta ku em vê zincîrê neqetînin em nikarin bibin sosyaslît û em nikarin siyasetê bikin. Divê ku em li vê yekê serwext bibin. Dêna xwe bidinê aliyeke balkêş a Zagrosan heye. Nînhursag, Xwedawenda Herêma Çiya ye. Li wê herêmê hê jî kevneşopiya wê xwedawendê heye. Di nav hevalan de keçên îranî jî hene. Vejandina vê kevneşopiya xwedawendî gelekî girîng e. Pratîkên çepgiran û Dev Yolê gelekî xerab e Ji bo zewacekê dikarin tevgerê tune bikin. Ji bo zarokek xwe dikarin her tiştî xera bikin. Ev di mêrên kurd de jî heye. Ez niha malbatek im. Malbata min 5 mîlyon e. 10 mîlyon mirov e . Me serî hilda. Em aştiyê dixwazin. Ji bo vê çi hewce ye? Ez dixwazim dest ji şer berdim, hun qebûl dikin? Em ji bo vê li ser maseyê runiştin. Lê min 40 salî şer kir. Hewce be ez ê 40 salên din jî bikim. AKP nû derket holê. Wê diyariyê min bikin ne wisa? Em zarok in.    ‘Pirsgirêka jinê pirsgirêkek civakî ye’   Li gorî min pirsgirêka jinê pirsgirêka civakî û pirsgirêka Kurd e. Lê pergal magazînel nêzî jinan dibe. Ez gelek nirxê didim jina. Nêzîkatiya magazînel bi giştî îdeolojîk e. Di pergala kapîtalîst de her mêr tecawizkar e. Sosyolojiya jinê ji bilî min baştir kes nake. Divê jin bên xurtkirin. Divê PAJK van bizanibe. Jin ne jina mêr, ne keça bav e, divê bixwe be. Em girtin û dayîna keçan û her wekî din bi tu awayî qebûl nakin.   'Îdeolojiya sedsala 21'emîn a azadiya jinê ye'   Abdullah Ocalan: Herî dawî îdeolojiya sedsala 21'emîn îdeolojiya azadiya jinê ye. Dema ez zarok bûm jî min tarzê şer ê dayika xwe red dikir. Min şerê gund û yê namûsê di zarokatiya xwe de li Rihayê red kir. Dema ku tiştê hat serê jinên êzidî min dît ez gelek xemgîn bûm. Destana Edûlê û Derwêş niha tê nivîsandin. Tiştê tê jiyîn divê bê lêkolînkirin. We pankarta mîtînga Amedê dît? Gelek watedar bû. Rewşa me jî ev e. Em birîndar in û nirx ji evîna me re tune ye.   Di hevdîtina 17’ê Tebaxa 2013’an de Abdullah Ocalan ji Selahattîn Demîrtaş re behsa roportaja ku Rewutersê pê re kiriye dike. Behsa qiyasbûna Abdullah Ocalan bi Mandela re tê kirin. Abdullah Ocalan jî jiyana Pervîn Buldan dişibîne ya Nefertîtî .   Ji bo min a girîng tetmînbûna wijdanê min e. (Berê xwe da Pervînê). Diyar e hûn dixwazin polîtîkayê bikin. Hûn dixebitin jî. Ez difikirim ku hûn ê bi fêde bin jî. Hûn dikarin di her peywirê de cih bigirin. Polîtîkaya me ya jinê girîng e. Nêzîkatiya me ya li dijî jinê girîng e. Ez li dijî jinan rêzdar im.    Jiyana we, bi min jiyana Keybanuya Misirê Nefertîtî ya di dema Mîtannî-Misir de jiyaye bi bîr tîne. Wê demê li paytexta Serêkaniyê ye. Hevjînê wê jî tê kuştin. Ew jî jinek xurt e. Dema ez biçûk bûm dayika min digot ‘kurê min bênamûs derket’. Ji ber ez bi kurê malbata dijmin re li çiya geriyam. Hasan Bîndal bû. Piştre hat kuştin. Hûn dizanin ê ez xilas kirim jî ew bû. Min bi vî awayî ji xwe re feraseta namûs û azadiyê pêş xist   Pervîn Buldan: Spas serokê min. Min jî jiyana Nefertîtî lêkolîn kir.   Abdullah Ocalan: (Bi ken) belê min texmîn kir tu yê lêkolîn bikî. Jiyana Nefertîtî hat hişê min.   ‘Bi pêşketinê û azadiyê jina baş dertê holê’    Abdullah Ocalan: (Berê xwe da Pervînê) Siyasetê bi eşq bikin. Hûn gelek jîr û xwedî niyetek baş in. Xebatên min ên li ser azadiya jinê hene. Ez lîstikên mezin ên li ser jinan jî dizanim. Gelek jinên bi ceserat ên wek we hene. Ji ber vê min Komîsyona Azadiya Jinê jî pêşniyar kir. Mijara jinê di her civînê de tê rojevê. Li cem min jin tune ne lê di her civînê de jin di rojevê de ne. Ji DOHK’ê re jî bêjin ez ê ji bo avakirina komîsyonê hewl bidim. Li xwe baldar bin. Ne di alî fîzîkî tenê, di her alî de dikare êrîş hebin. Li van baldar bin. Ewlehiya xwe bigirin. We xwe daye ser Tevgera Azadiyê. Her wiha Abdullah Ocalan di mijara pêşengiya xebatên jinan de jî ji Pervînê re dibêje ew dikare her cureyê peywirê bigire ser xwe.   Abdullah Ocalan di hevdîtina 7’ê Kanûna 2013’an de jî li ser naskirina nasnameya jinê nirxandinê dike.   Di hevdîtina 14’ê cotmeha 2013’an de Abdullah Ocalan di hevdîtina pêk tîne de bal dikişîne ser eşîrê û bandora eşîrê ya li ser jinan vedibêje.    Abdullah Ocalan: (Dîsa berê xwe da Pervînê) Ez ji bo jinên Qendîlê di şexsê we de mînakan bidim. Mînak divê tu teorîk nêzî xwe bibî. Mînaka Nefertîtî, min dabû we. Ez dikarim li vê mînaka Semîramîs û Puduhepa jî bidim.    Pervîn Buldan: Puduhepa ez dibêjim qey sefîra aştiyê bû.    Abdullah Ocalan: Belê rast e. Sefîra aştiyê ye. Em ji çanda eşîrekê tên. Hûn bi çanda eşîrê zewicîn. Lê ji bo Kurdan êdî eşîrtî qediya. Ji vir şûnde girîng e. Kurd êdî ne eşîr, civaka netewa demokratîk in. Tu heta kengî bûka eşîrê bû?    Pervîn Buldan: Heta Şavaş mir   Abdullah Ocalan: Mêr bimre, jin jî dimre, tê kuştin. Civaka Kurd jî neçare ji civaka eşîrê derbasî civaka netewa demokratîk bibe. Hûn nikarin ji dewleta paralel tolê bigirin. Hûn ê tola xwe bi xebatê bigirin. Xwe nedin alî. Min berê jî derbarê ku hûn divê çawa bixebitin de agahî dabû. Abdullah Ocalan her wiha di hemû hevdîtinên xwe de ji bo hevalên li girtîgehê silavan dişîne.   *Ji nîşeyên hevdîtinê yên derbarê jinan de hatine komkirin.