Jinên Îzmîrê: Em ê destûr nedin ku mafên me bên xespkirin 2019-03-10 18:16:49   ÎZMÎR- Jinan li Gundogduyê mîtînga 8'ê Adarê li darxistin û gotin ku ew ê li dijî pergala "yek mêrî" ku mafên wan xesp dike têkoşîna xwe bidomînin. Jinên ku çûn Qda Gundogduyê çalakiya Leyla Guven silav kirin.    Platforma jinan a Îzmîrê bi minasebeta 8'ê Adarê li Qda Gundogduyê mîtîng li dar xist. Jinên ku ji çar hêlên Egeyê hatin Qada Cumhuriyetê bi meşê heta qada gundogduyê li pişt pankarta bi nivîsa "Em li dijî krîz, tundî û binpêkirina mafn ji bo jiyaneke wekhev tên" meşiyan û bi dirûşmên "Jin jiyan azadî" û "Leyla Guven rûmeta me ye" ketin qadê. Dayika Oyku Arîn Eylem Şen li qadê axaftinek kurt kir û peyama kedkarên Flormarê li qadê hat xwendin. Metnê çapemeniyê yê beşa tirkî li ser navê Platforma Jinan a Îzmîrê  Ozgur Genç û Buse Engîn xwendin û Esma Delîktaş jî yê bi kurdî xwend.    Piştî daxuyaniyê mîtîng bi bi stranên Hunermend Yasemîn Goksu û bi govendê bi dawî bû.