Namzetên HDP’ê pirsgirêkên gel guhdar kirin 2019-03-10 13:55:12   MELETÎ - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Argûvan, serdanên xwe  yên taxan didomîn. Hevşaredaran, diyar kirin ku ewê li taxan meclîsan ava bikin û gotin: “Xebatkarên me yên meclîsê jî dê daxwazên gel ji me re ragihînin û emê bi biryarek hevpar bi hevre bixebitin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Meletî, serdanên xwe yên taxên navçeya Argûvanê berdewam kirin. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Argûvan Seda Çiplak Gultutan û Îlham Yildiz, li taxên Kûyûdere û Koçak ên navçeyê projeyên xwe ji welatiyan re vegotin. Namzetên HDP’ê soz dan welatiyan ku ewê li hemû taxan xizmetê bikin.   'Xebat nehatiye kirin'    Namzeta Hevşaredariya Argûvan Seda Çiplak Gultûtan, di sohbeta bi welatiyan re kir de, wiha got: “Erka sereke ya şaredariyan, xizmeta binesazî, kanalîzasyon, av û ceyranê yên taxan bikine ye. Divê şaredarî van karan bike. Lê li taxan xebatek wiha ne hatiye pêşxistin. Gava em bûn şaredar, emê van hemû xebatan bi rêve bibin. Em ji bo nexweşan, kar û pîran li malê xizmeta wan bikin.”   'Em ê dawî li pergala yek mêrî bînin'   Namzetê Hevşaredariyê Îlham Yildiz jî, diyar kir ku êdî dê li Argûvan pergala yek mêrî bi dawî bibe û wiha axivî: “Dê li Argûvanê jinek û zilamek bi hev re biaxivin. Êdî serdema ‘tenê ez dizanim, tenê ezê bikim,’ dê bi dawî bibe. Em ê bi hev re bi axivîn. Em ê li taxên xwe, meclîsên taxan ava bikin. Xebatkarên me yên meclîsan jî dê daxwazên gel ji me re ragihînin û em ê bi biryarek hevpar bi hev re bixebitin.”    Namzetên HDP’ê yên Hevşaredarên Bajarê Mezin ên Meletî Însaf Aktaş û Yûsûf Bozkûş, namzetê Hevşaredarên Battalgazî Rûken Bîlgîç û Huseyîn Kilinç jî, li taxên Taştepe, melekbaba, Hanbey û Fatîh dikandar ziyaret kirin. Hevşaredarên pirsgirêkên dikandaran guhdar kirin, çûn serdana Bazara Şemiyê û ji welatiyên hatibûn bazarê piştgirî xwestin.          Dîsan hin endam û rêveberên HDP’ê di çarçvoeya xebatên hilbijartinê de, li gundên Kurecîk geriyan û piştgirî xwestin.