Jinên Efrînê: Tekoşîn û berxwedana me mezintir dibe 2019-03-10 09:27:52   Ferîde Zade   ŞEHBA - Jinên Şehba û Efrînê bi dirûşma “Bi pêşengtiya Leylayan em ê tekoşîna xwe bilind bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn”  meşeke girseyî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li dar xistin.   Jinên Şeha û Efrînê bi dirûşma “Bi pêşengtiya Leylayan em ê tekoşîna xwe bilind bikin û bi Rêber Apo re azad bijîn”  meşeke girseyî di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê de li dar xistin. Jinên ku tevli meşê bûn nêrînên xwe derbarê 8'ê Adarê û pêvajoya heyî de bi me re parve kirin.  Jina teqez kirin ku tu caran moral û hêza wan naşikê li ku dibe, bila bibe wê 8’ê Adarê pîroz bikin û pîştgiriyê didin berxwedaniya Leyle Guven.    Jina bi navê Şerîhan Ebdo ya ji Efrînê diyar kir ku ev meş meşa serkeftinê ye. Mafê Erdogan tune bû ku êrîşî wan bike û anî ziman ku ew ê berxwedana xwe berdewam bikin heta ku dilopeke xwîn di canê wan de hebe.  Şerîhan di berdewamiyê de wiha got: "Em jin bi piştgiriyê didin hev û yek in.  Ji ber wê em ê bi ser kevin.”   'Meşa azadiyê didome'   Jina bi navê Semîre Mehmûd a ji Kantona Efrînê jî axivî û wiha got:”Salên berê em xemgîn bûn di bin top û tivingan de bûn, lê dîsa me meşa xwe li dar xist. Niha li Şehbayê em şahiya xwe li dar dixin û cejina xwe pîroz dikin. Çalakiya Leyla Guven mora xwe li 8’ê Adarê da. Em ê  îsal jî piştgiriya Leyle Guven ya ku di çalakiya bi rûmet de ye bikin. Em ê  li Şehbayê hem 8’ê Adarê û hem jî  Newrozê  pîroz bikin. Li ku dibe bila bibe em ê çalakiyên xwe li dar bixin û rojên xwe yên taybet pîroz bikin. Jin û civaka Efrînê bi reng û dengê xwe bi kar û serkeftina xwe, em vê rojê pîroz dikin. Em vê  rojê li Serok Apo pîroz dikin û dibêjin ku serkeftin a Efrînê ye, ji dil û can ji bo Efrînê dilê me  lê dide.”   ‘Em her tim amade ne ji bo berxwedan û serkeftinê’   Jina bi navê Guney Mistefa ya ji Efrînê jî axivî û hestên xwe wiha bi lêv kirin: ”Em 8'ê Adarê pîroz dikin.  Bi rastî em ê di demek nêz de ?vegerin Efrînê.  Em weke jin her tim amade ne ji bo berxwedan û serkeftina xwe.  Em ê xwe ji her aliyan ve  pêş bixin û 8'ê Adarê pîroz bikin û tu caran wê xwîna ?şehîdên me li erdê nemîne.”?   'Top û tang jî li pêşiya vîna jinên Efrînê nikare bibe asteng'   Berîtan Efrîn jî bi lêv kir ku weke tê zanîn her sal gel di roja 8'ê Adarê de  Roja Jinên Cîhanê pîroz dikin: “Em vê rojê li Serok Apo û Leyle Guven pîroz dikin û li şehîdên xwe yên azadiyê jî pîroz dikin. em  hevî dikin ku ku cejineke din vegerin Efrînê. Me par jî 8’ê Adarê di bin top û tifingan de pîroz kir, lê Erdogan bi êriş û hovîtiya xwe me neçarî koçberiyê kir.  Lê dîsa me dest ji kar û berxwedana xwe berneda. Em  niha jî bi dilekî geş û xweş  ji bo Cejna Newerozê xwe amade dikin.”   Meş bi diruşma, ”Bijî Serok Apo,” û “jin jiyana azadî” bi dawî bû.