Înîsiyatifa Azadiya Girtiyên Nexweş: Girtiyên jin ên nexweş berdin 2019-03-09 16:38:39   ENQERE - Însiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, di hefteya 236’an de çalakiya xwe berdewam kirin û bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên nexweş yên li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn. Înîsiyatifê xwest girtiyên jin ên nexweş bên berdan.    Însiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş, bi armanca balê bikişinin ser rewşa girtiyên nexweş û daxwazên wan di hefteya 236’an de li avahiya Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê çalakiya xwe berdewam kirin. Înîsiyatifê, bal kişandin ser rewşa girtiyên jin ên nexweş yên li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn û xwest girtiyên jin ên nexweş bên berdan. Endama ÎHD'ê Zarîfe Çamalan anî ziman ku li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 12, li Girtîgeha Jinan a Kayseriyê 7 bi tevahi li Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn 19 jinên girtî yên nexweş hene û kapor girityên nexweş aşkere kir.    Zarîfe rapor aşkere kir û wiha got:    "Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê 12 girtiyên nexweş hene û nexweşiyên wan wiha ne:   Canan Utangaç;bedena wê di asta 2'emin de şewiti ye. Piyê wê şikestî ye û nikare pêdiviyên xwe pêk bîne.  Dîlber Tanrikulu; perçeyên şarapnelê li pî û çîpên wê ketine û 3 caran emeliyat bûye. Ger ku neyê dermankirin dibe ku çîpa wê bê jêkirin. Disa nexweşiya mahde pêre heye.  Pinar Tikit; di meşiyê wê de kista araknoid heye. niha 8 cm ye. risk zêde ye.  Caziye Duman; Ji çonga xwe astengdar e, divê emeliyat bibe.  Demet Resuloglu; bi nexweşiya hipertansiyon, dil û troidê ye.  Elif Çetinbaş; bi nexweşiya Rozasea ye.  Nilüfer Şahiîn; bi nexweşiya lerizandinê ye. Disa hipertiroid pêre heye.  Nedime Yaklav; bi nexweşiya gurçik, guatr û tansiyonê ye.  Rihan Kavak Ozbek; masûrke dihilin û astim pêre heye.  Sabite Ekincî; bi nexweşiya Hepatit B ye. Dîsa romatizma pêre heye.  Seval Çadirci; bi nexweşiya astima zêde ye. Hestiyê wê dihilin û nexweşiya dil e.  Zerrin Yilmaz; Nexweiya Panikatak û haşimato ye.    Li Girtîgeha Jinan a Kasyeriyê;    Fatma Oran; Di sînga wê de kîtle heye.  Seyran Demir: Piştî hat girtin xwarin naxwe û daket 36 kiloyan. Niha 38 kilo ye.  Şilan Çetiner: Di meşiyê wê de kîtle heye.  Fatma Gokhan: Nexweşa dil e.  Merve Aydogan: Nexweşa Çolyakê ye.  Nazlı Soglin: 10 salin girti ye û nexweşiya mahden heye. 2 damaren mejiyê wê xetimîn. Nexweşiya dil heye û nikare nefesê bistîne.  Ozgul Yaşa: Ji ber ji çenga xwe de birîndar buye nikare xwarin bixwe.