Polîsa şahiya jinan asteng kir 2019-03-09 16:36:38   RIHA - Li Navçeya Serêkaniyê şahiya jinê ya ku hat xwestin li buroya hilbijartinê ya HDP'ê bê lidarxistin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Li Navçeya Serêkaniyê ya Rihayê şahiya jinê ya ku bi boneya 8'ê Adarê hat xwestin li buroya hilbijartinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bê lidarxistin ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Jinên HDP'î yên ku li buroya hilbijartinê ya li Kolanana PTT'ê ya berê kom bûn û xwestin şahiyê li dar bixin bi mudaxaleya polîsan rû bi rû man. Li vir sinevizyona derbarê têkoşîna jinê de hat temaşekirin û piştre Parlamentera HDP'ê Saliha Aydeniz axivî. Dema ku hîn axaftin dewam dikir polîsên li ber derî xwestin têkevin hundur.   Saliha û polîsên li derve nîqaş kirin. Polîs ji Saliha re got "Vira ne cumhuriyeta mûzê ye, ez nahêlim hûn li vir propagandaya PKK'ê bikin." û tehdît kir.    Saliha jî bi bîr xist ku dewletê di serdema pêvajoya aştiyê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk aniye û axaftina xwe dewam kir.    Di dema dorpêçkirina polîsan de Endamê Meclîsa Serêkaniyê yê HDP'ê Mehmet Şirin Şemsitoglu hat binçavkirin.