'Bawerî û hezkirina axê gelekî mezin e' 2019-03-09 09:19:56   Sozda Oremar   ŞEHBA - Jina bi navê Wîdad Sîdo berxwedan û girêdana bi çanda xwe ve ji ajansa me re vedibêje. Wîdadê got:" Tiştek nikare me ji çanda me dûr bixe, ji çanda xwe hez dikim."   Wek gotinên pêşîyan dibêjin her gîha li ser koka xwe şîn dibe. Jinên Efrînê jî li ser wê bawerîyê dijîn ango an Efrîn an Efrîn, ji durî axa xwe nikarin bijîn.Yek ji wan jinan jî Wîdad Sîdo ya ji navçeya Raco ye. Wîdad berxwedana xwe a Efrîn, Şehbayê vegot.   'Her bihustek axa Efrînê di dilê me de cihê xwe girtiye'   Wîdad wiha dibêje:" Her bihustek axa Efrînêdi dilê me de cihê xwe girtiye. Em li Efrîna xwe bi kêfxweşî, aramî dijiyan lê dewleta tirk nehişt. Erdogan êrîşê me kir. Ez dibêjim bila kesek kêfxweş nebe. Ez wê baweriyê de me ku em ê teqez rojekê Efrînê rizgar bikin."   'Jinên Efrînê bi çanda xwe ve girêdayîne'   Wîdad di berdewamîya gotinên xwe de wiha got:" Jinên Efrînê bi çanda xwe ve girêdayîne. Wek  jineke ji Efrînê 37 sal in ez dirûnê dikim. Cil û bergên Kurdî didirûm.  Ez ji çanda xwe pir hez dikim bi hezkirinek mezin karê xwe dikim. Li Efrînê min çawa çanda kevnar dimeşand niha li Şehbayê jî heman çandê dijîm. Tevî ku em ne li Efrînê ye jî em li vir têkoşîna jiyanê didin. Ez bi keda destên xwe li ser piya dimînim. Di heman demê de jî li çanda xwe xwedî derdikevim."   'Mirov bi çanda xwe dikare nasnameya xwe biparêze'   Wîdadê di dawiyê de wiha got:" Mirov bi çanda xwe dikare nasnameya xwe biparêze. Dagirker nikare me ji çanda me dûr bixe. Bila dijmênên me baş bizanin Efrîn a gelê Efrînê ye. Bi taybetî Erdogan û çeteyên xwe bila baş bizanin ku em ê yek bihust axa xwe ji wan re nehêlin. Bi sebrê, têkoşîn, berxwedanê, serhildanê em ê bizîvirin ser axa xwe. Efrîn dil, mejî, rihê me ye û em ê axa xwe ya pîroz, rizgar bikin."