Dayikên girtiyên di grevê de: Em ê meclîsê bi ser serê wan de hilweşînin 2019-03-09 09:17:27   AMED - Xizmên girtiyan ku ji bo hevdîtinê çûn Girtîgeha Tîpa L ya Panosê bang li rayedaran kirin û gotin: "Ger tiştek bi zarokên me bên em ê cîhanê bi ser we de xera bikin. Em ê meclîsa ku dengê zarokên me nabihîzin bi serê wan de hilweşînin."   Çalakiyên greva birçîbûnê yên li dijî tecrîdê ji 1’ê Adarê şûnde li hemû girtîgehan dest pê kir. Bi hezaran girtî li dora daxwaza Parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven bûn xelek. Her wiha li welat û derveyê welat jî çalakî didomin. Xizmên girtiyan jî li derve hewl didin dengê zarokên xwe bidin bihîstin.   Li Girtîgeha Tîpa L ya Panosê di 16’ê Kanûna 2018’an de Cengaver Aykul, Mehmet Bozdag, Atîlla Coşkun Ozer, Omer Kabul ketin grevê. Cengaver Aykul surgunê girtîgeha Hejmara 2 a Elezîzê ya Saziya Înfaza Cezaya Ewlehiya Bilind hat kirin. Cengaver çalakiya xwe li Elezîzê didomîne û sê girtiyên din ên li Panosê di roja 83’an de ne. Federasyona Malbatê Girtiyan di 5’ê Adarê de nêzî 30 xizmên girtiyan kom kirin û bi şev ketin rê.    Di bin zexta derûnî de payîna saeta hevdîtinê   Çalakiya greva birçîbûnê bi Leylayê hat destpêkirin piştre bi komên ji 5 kesan pêk dihat di dîrokên cuda de çalakî hatin destpêkirin û niha li her derê didomin. Ji 1’ê Adarê şûnde jî ketiye rojeva hemû gelê Kurd. Malbatê sibehê gihaştin Panosê, xwe amade dikirin ku moral bidin zarokên xwe. Her kes li bende hevdîtinê bû. Piştî hevdîtina koma yekem a duyem diçe girtîgehê. Girtîgeha her tim bi binpêkirina mafan tê rojevê vê carê bi zexta derûnî ya li ser malbatan tê pêşberî me. Malbat ewil di odeyekê de tên lêgerînkirin. Jin ji lêgerînê derdikevin û vê carê dikevin dora dayîna nasnameyan. Hevdîtinên ku 45 deqe bûn, hîna ku nîv saet temam nebûbû, gardiyanan got hevdîtin temam e. Girtî û malbatên xwe xatir ji hev dixwazin û ji hev vediqetin.”   ‘Daxwazên wan mafdar, rewan e’   Dayika Yakup Eryilmaz ê li GirtîgehaTîpa L ya Panosê dimîne û di 1’ê Adarê de dest bi grevê kiriye, Kudret Eryilmaz wiha got: “Ez bang li wezareta dadê dikim. Her kes dê û bav e. Divê daxwazên girtiyan bên cih. Ez bang li Emîne Erdogan dikim. Tu jî dayik î. Zarokên te saetekê birçî bimîne ma tu yê cîhanê xera nekî? Wek dayikekê destê xwe bide destê me, em li pêş şer bibin dîwar. Bila cenaze ji zindanan derkevin. Ger cenazeyek ji girtîgehan derkeve em ê bedena xwe dînin holê. Em dayik li pişt zarokên xwe ne. Kêm ma ye ku em cîhanê hilweşînin. Êdî bes e, ev zilm.”   ‘Ger hewce bike em ê meclîsê bi serê wan de hilweşînin’   Dayika girtiyê bi navê Muzzafer Guler jî, Adîle Guler got du zarokên wê tevlî PKK’ê bûne, du zarokên wê niha girtî ne û hêrsa xwe wiha anî ziman: “Em ê tu car zilma AKP û MHP’ê ya li hember Kurdan qebûl nekin. Zarokên me ji bo pêşeroja Tirkiyeyê ketine grevê. Divê her kes xwedî li vê daxwaza mafdar derkeve. Îro tiştek bê serê zarokên Emîne Erdogan wê cîhanê xera bike. Em jî dayik in. Dilê me jî dişewite. Em bang li Erdogan û wezareta Dadê dikin. Bila daxwazên zarokên me li ber çavan bigirin. Tiştek pê bê berpirs ew in. Em dayik in. Em naxwazin xwîn birijê. Em wek dayik bedena xwe wê bidin ber mirinê.”   Dayika Mehmet Bozdag ê di 16’ê Kanûnê de ketiye grevê, Şukriye Bozdag jî got rewşa kurê wê û girtiyên din hatiye asteke krîtîk û wiha pê de çû: “Kurê min nikare li ser piyan bisekinin. Gelek kîlo daye. Tansiyonê wî her tim dikeve. Divê hekîmên girtîgehê bi rêk û pêk kontrolan bikin. Li Panosê mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin. Kurê min û hevalên xwe 83 roj in di grevê de ne. Rewşa wan ne baş e. Lê tevî her tiştî moralê wan baş e. Zarokên me ji bo daxwazek mafdar ketine grevê. Ez bang li Emîne Erdogan dikim. Bila li dijî şewitandina kezeba me bêdeng nemîne.”