Ji bo Dayika Aştiyê ya nexweşa Hîpertansiyonê ye 7 sal ceza 2019-03-09 09:09:29   ŞIRNEX - Dayika Aştiyê Selamet Mat a li Cizîrê di 5’ê Tîrmeha 2018’an de hat girtin û piştre bi şerta kontrola edlî hat berdan, rastî 7 sal cezayê girtîgehê hat. Selamet a ji ber temenê xwe yê mezin gelek pirsgirêkên tenduristiyê dijî, parêzerên wê îtîrazê ceza kirin.   Selamet Mat a 56 salî li Cizîra Şirnexê di 5’ê Tîrmeha 2018’an de di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û girtin. Selamet 4 meha girtî ma û di rûniştina ewil a li 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Şirnexê hat dîtin de hatibû berdan. Di rûniştina wê ya di rojên borî de bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ 7 sal ceza lê hat birîn.   Destê wê bi nivînê kelepçekirî hatibû dermankirin   Selamet di dema girtinê de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê bi alîkariya hevalên xwe hewcedariyên xwe pêk dianî. Selamet hefteya ewil a girtîgehê de ji ber dermanên hîpertansiyonê nedabûnê her tim bi lîmonê rewşa xwe kontrol dikir. Ji ber demanên wê nedihat dayîn radikirin nexweşxaneyê û çar rojan destê wê bi nivînê kelepçekirî hatibû dermankirin. Selamet di rûniştina ewil de bi şerta kontrola edlî hatibû berdan. Di rojên borî de rûniştina wê pêk hat û parêzerê wê tevlî bûn. Heyeta dadgehê sûcdarî xwendin û bi şerta ku riya îstînafê vekiriye 7 sal ceza dan Selametê.   Parêzeran îtîrazî ceza kirin û nayê zanîn ku wê cezayê Selametê bê erêkirin an na.   ‘Bila mirov çavên xwe vebikin’    Selamet a ku piştî ji girtîgehê derket axivî û balkişand ser rewşa girtiyên wek wê pirsgirêkên tenduristiyê dijîn û wiha gotibû: “Bila mirov çavên xwe vebikin, serê xwe rabikin. Bila zextên li ser me bibînin. Bila zextên li zindanan bibînin. Ligel me du zarokên biçûk hebûn. Her tim digiriyan. Me digotin pêlîstokan bidin, wan jî digotin ‘ew jî terorîst in em çima pêlîstokan bidin’. Zarokên me yên biçûk jî dikin çi rewşan. Ez bang li Kurdên razayî dikim; Bila çavên xwe vebikin û vê zilmê qebûl nekin. Ev zilm ne li hember me tenê, li hember hemû Kurdan e.”